Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî: Têkilîyên Me û Bexdayê di Asteke Gelekî Baş de ne

Britain Kurdistan Politics
Britain Kurdistan Politics

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê ragihand ku niha asta têkilîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de "gelek baş" in.

Barzanî di merasîma vekirina projeya avê ya Balinda Barzan de, piştgirîya herêmê ya berdewam bo Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û hikûmeta wî nû kir. Her wiha destnîşan kir ku divê mafên destûrî yên gelê Kurdistanê mîna hemû Îraqîyan werin parastin û dawî li polîtîkayên berê yên cudakarîya navbera herêmê û parêzgehên din were anîn.

Di derbarê şerê li dijî gendelîyê de, Barzanî piştgirîya Herêma Kurdistanê bo helmeta ku vê dawîyê ji alîyê Zeydî ve hatibû destpêkirin ragihand, û herêm wek hevpareke bingehîn a Bexdayê di vê erkê de pênase kir, daku ev pêngav bibe sedema baştirkirina rewşa aborî, siyasî û ewlehî li seranserî Îraqê.

Li ser asta navdewletî û herêmî, Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê ne alîyek e di şer û pevçûnên niha yên Rojhilata Navîn de û naxwaze bikişe nav van alozîyan. Di heman dem de wî êrîş û bumbebaranên berdewam ên li ser herêmê şermezar kirin û daxwaza rawestandina van destdirêjîyan kir, ku zirarê didin her kesî.

Li ser asta navxweyî ya herêmê jî, Barzanî tekez li ser pêwîstiya aktîfkirina Parlamena Kurdistanê kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG