Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesrûr Barzanî: Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ji Mûsilê Bûne

Britain Kurdistan Politics
Britain Kurdistan Politics

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistana Îraqê, Mesrûr Barzanî, roja Duşemê ragihand ku Herêma Kurdistanê di rojên dawî de rastî êrîşên dronan hatiye, hink ji êrîşên dronî ji aliyê Mûsilê ve hatibûn."

Barzanî tekez kir ku "giringîya hebûna sîstema parastinê heye, lê hîn destûr nehatiye wergirtin."

Di civîneke rojnamevanî de Barzanî piştgirîya xwe ji bo hikûmeta Îraqê û hevkarîya bi Bexdayê re ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî ragihand û got, "Têkilîyên me bi hikûmeta Îraqê re berdewam in, û em piştgirîyê didin hikûmeta Zeydî, û her wiha hewldanên wê yên ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê." Wî tekez kir ku "herêm amade ye ku alîkariya hikûmeta Iraqê bike da ku hemî pirsgirêkan çareser bike."

Barzanî bang li hikûmeta Îraqê kir ku "biryara xwe ya berê ya di derbarê dahatên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de ji nû ve binirxîne."

Di warê navxweyî de, Barzanî anî ziman ku nêzîkî 20 meh di ser hilbijartinan re derbas bûn, lewma pêwîst e parlemana Kurdistanê bê çalakirin û hikûmeteke xizmetguzar ji bo hemû herêmê bê avakirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG