Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro Çarşemê, ragihand ku piştî bidawîhatina erka hêzên Hevpeymanîya Navneteweyî, Herêma Kurdistanê di bin metirsîyê de nîne.
Di peyamekê de bi helkefta bidawîhatina erka hêzên Hevpeymanîyê li Îraq û Herêma Kurdistanê hatibû şandin, Barzanî spasîya hêzên Hevpeymanîyê kir ji ber piştgirî û fedakarîyên wan di şerê li dijî Daişê de.
Barzanî diyar kir ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Îraqê de ji bo rûbirûbûna her cûre gef û metirsiyan, çi bi navê Daişê bin yan jî bi navên din, hevkarî û kordînasyoneke pir baş heye.
Barzanî da zanîn ku Kurdistan xwedî hêzeke têr a Pêşmergeyan û lehengên parastina welêt e ku amade ne ji bo parastina gel û axa Kurdistanê û pûçkirina her gefekê û êrîşekê.
Wî di peyama xwe de dîsa got, "Rola hêzên Hevpeymanîyê di têkbirina Daişê û vegerandina aramîyê bo Îraqê de, bilind tê nirxandin û rêzgirtin," û da zanîn ku berpirsiyariya parastina aramîya soberojê dikeve ser milê hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê, bi peymanên dualî ligel welatên Hevpeymaniyê.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotibû ku "Dibe gelek dijmin û kesên ku dixwazin zirarê bigihînin, bawer bikin ku bidawîanîna erka Hevpeymanîyê dê bibe sedema metirsîyeke mezintir ji bo Herêma Kurdistanê. Herçend metirsiya terorîzmê bêguman berdewam e, ango em ne bê gef an jî kêşeyên ewlehîyê ne, lê ez piştrast dikim şiyanên hêzên Îraqî niha ji berê baştir û bihêztir in, û hêzên Pêşmerge jî hêzeke bi dîsiplîn û amade ne, ku ji bo rûbirûbûna her cûre êrîş an metirsîyeke li hember Herêma Kurdistanê amade ne."
Hêjayî gotinê ye Barzanî hişyarî dabû ku vekişîna hêzên Amerîkayê dibe ku herêmê bêyî sîstema berevanîya asmanî bihêle û wê rûbirûyî êrîşên Îranê bike.
Tê zanîn Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarîya merasîma fermî ya bidawîhatina erka hêzên Amerîkayê û Hevpeymanîya Navneteweyî ya li Îraqê, sibe roja Pênçşemê serdana Bexdayê dike.