Civata Wezarî a Aboriyê ya Îraqê roja Duşemê biryar da ku komîteyek ava bike da ku serdana deriyên sînor ên nefermî yên li herêmê bike.
Ev biryar hate wergirtin di Civina Pêncemîn a Encûmena Wezarî a Aboriyê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Wezîrê Plankirinê yê bi wekalet, Falih El-Sarî, û bi beşdariya şandeke bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî yê Herêmê Awat Şêx Cenab birêve çû.
Li gor Ajansa nûçeyan ya Îraqî, piştî civînê, sê biryarên giring ji bo birêvebirina deriyên sînorî û yekkirina sîstema darayî hatin standin:
1- Kontrolkirina Sînoran û Girtina Deriyên Nefermî: Komîteke hevpar bi serokatiya Desteya Deriyên Sînorî ya Federal û bi beşdarîya nûnerên her du hikûmetan tê avakirin.
Ev Komîte dê lêkolîneke giştî li ser xeta sînorî û xalên nefermî yên li Herêmê bike. Ew deriyên ku binesaziya wan heye, dê bibin fermî; yên ne guncayî jî dê bi biryara Hêzên Parastina Sînor ên Federal bên girtin.
2- Yekkirina Lêxweşbûn û Daxistinên Gumrikê: Her du alî dê reşnivîseke yekgirtî derbarê "lêxweşbûn û daxistinên gumrikê" de amade bikin. Piştî ku ev reşnivîs ji aliyê Encûmena Wezîran a Federal ve were pejirandin, dê li seranserê dergehên sînorî yên Îraq û Herêmê bi awayekî yekdest bê cîbicîkirin.
3- Pêşkêşkirina pêşniyarên herdu aliyan bo hikûmeta Federal derbarê mekanîzmaya berhevkirina dahatan li deriyên sînor ên girêdayî Herêma Kurdistanê.