Breaking News

Dadgeha Îraqê Rê Dide Belavkirina Hêzên Federalî li Ser Sînorên Herêma Kurdistanê

Iraq Federal Supreme Court
Iraq Federal Supreme Court

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê îro Çarşemê 25ê Mijdara 2026'an biryar da ku gavên hikûmeta federalî ya bi serokatiya Elî Zeydî yên li hemberî Herêma Kurdistanê destûrî ne, û tekez kir ku mafê Bexdayê heye hêzên çekdar ên federalî li ser hemû sînorên navneteweyî yên welêt belav bike û birêve bibe, di nav de sînorên ku dikevin nav axa di bin rêveberiya Herêma Kurdistanê de.

Dadgeha Îraqê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye û Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA) jî veguhestiye, ragihand ku wê biryara xwe ya şîrovekirinê îro Çarşemê, li ser daxwaza Serokwezîr a ji bo şîrovekirina hinek madeyên destûrê derxistiye.

Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku parastin û ewlehiya sînorên navneteweyî li gorî madeyên (109) û (110/duyem) ên Destûra Îraqê, ji desthilatên taybet û yekalîker ên desthilata federalî ne.

Herwiha Dadgeha Federalî maf da desthilatên Bexdayê ku çavdêrî û kontrolê li ser karê hemû deriyên sînorî bikin, tevî deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, li gorî yasaya Desteya Deriyên Sînorî û bi berçavgirtina hevahengiya ligel hikûmeta Herêmê di birêvebirina gumrikan de li gorî madeya (114/yekem) a destûrê.

Ev biryara Dadgehê rojekê piştî wê yekê tê ku hikûmeta Îraqê biryar dabû hemû deriyên sînorî yên Herêmê bixe bin kontrola Desteya Deriyên Sînorî ya Federalî û zeviyên petrolê yên li navçeyên nakok ji aliyê Wezareta Petrolê ve werin birêvebirin, piştî lêkolînên derbarê qaçaxçîtiya petrolê de.

XS
SM
MD
LG