Bi çavdêriya rêxistineke Amerîkî, şeva borî di konferansekê li Herêma Kurdistana Îraqê bêhtirî 300 Îraqî, di nav de jî şêxên êlan, banga normalkirina pêwendiyan di navbera Îraqê û Îsraîlê de kir.
Konferans ji aliyê Navenda Pêwendiyên Aştiyê ve, ku bingeh li New Yorkê ye, hate organîzekirin û behsa mijara normalkirina pêwendiyan di navbera Îsraîlê û welatên Ereb û nêzîkbûna di navbera civakên sivîl de kir.
Li tersî helwestên hin berpirs û aliyên siyasî yên Îraqê ku Îran piştgiriya wan dike, herêma Kurdistanê dijminahiya Îsraîlê nake û pêwendiyan wan ne xerab in.
Şarezayê Amerîkî Josef Broad ku ji binemaleke cihû ye û damezrênerê navenda Pêwendiyên Aştîyê ye, ji ajansa France Press re got ku dora 300 kes ji Sunne û Şîaa li Hewlêra paytexta Kurdistana Îraqê kom bûn.
Wî got beşdar ji şeş parêzgehên Îraqê bûn; Bexdad, Mûsil, Selahiddîn, Enbar, Diyala û Babil.
Di nav beşdaran de şêxên êlan û nivîskar û rewşenbîr jî hebûn, li gor Broad.
Seher al-Taiî, rêvebira lêkolînan di wezareta rewşenbîriyê de li Bedxadê daxuyaniya konferansê xwend û tê de got:
“Em daxwaza tevlêbûna rêkeftinên Îbrahîm (Abraham) dikin, û wek ku ew rêkeftin li ser bingeha avakirina pêwendiyê dîplomatîk hatine îmzekirin, em jî daxwaza normalkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re dikin û her wiha daxwaza siyaseteke nû dikin li ser bingeha pêwendiyên sivîl li gel xelkê wî welatî, bi armaca pêşketin û geşepêdanê.”
Al-Taiî got ne ji mafê ti hêzekê ye, ne navxweyî û nejî ji derve, ku rê li vê banga me bigre.
Jêder: AFP