Breaking News

Talebanî: Rûniştina Parlemana Herêma Kurdistanê 'Mezintirîn Qeyrana Siyasî' ye

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî got ku ya ku hefteya borî di parlemana Herêma Kurdistanê de çêbû "mezintirîn qeyrana siyasî" ya dîroka Herêmê ye. Wî herwiha piştrast kir ku partîya wî ne parlemanê û ne jî tu biryarên ku di wê pêvajoyê de hatine girtin nas dike.

Talebanî îro Pêncşemê di çarçoveya "Foruma Stratejîk a Silêmanîyê" de rexneyên tund li grûpeke biçûk di nav Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de girtin.

"Eger ev bûyer li her welatekî din qewimîya, dê mirov ketibana zindanê. Ev yek mezintirîn şermezarîya siyasî ye ku ez bi bîr tînim. Ya ku qewimî mezintirîn qeyrana siyasî ya di dîroka Herêma Kurdistanê de ye û ez soz didim ku bê ceza derbas nebe," Talebanî got.

Nakokîya di navbera YNK û PDK'ê de piştî civîna parlemanê zêdetir kûr bû. Parleman, ku ji nêzî du salan ve civîn pêk neanî bû, bi hewildana PDK'ê û amadebûna 52 endaman ji 100 endaman civîya. Di wê rûniştinê de Vala Ferîd ji PDK'ê wek seroka parlemanê hate hilbijartin. Ev yek di demekê de hat ku YNK, Nifşê Nû û çend alîyên din civîn boykot kiribûn.

YNK'ê daxwaza paşxistina civînê kiribû heta ku li ser postên bilind ên hikûmetê lihevkirin çêbibe, lê PDK'ê karîbû civînê bi amadebûna hejmara pêwîst a ji bo temamkirina rêjeya yasayî lidar bixe. Tevî vê yekê, YNK û Nifşê Nû dibêjin civîn neyasayî bûye, ji ber ku parlamenterê herî bi temen, ku ji Nifşê Nû ye serokatîya rûniştinê nekiriye.

Dengê Amerîka ji bo wergirtina helwesta wan li ser daxuyanîyên Talebanî peywendî bi çend berpirsên PDK'ê re kir, lê heta dema amadekirina vê raportê bersiva wan daxwazan nebû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do Çarşemê serokatîya civîneke Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, lê wezîrên YNK'ê tê de amade nebûn.

Di daxuyanîya piştî civînê de hat gotin: "Encumena Wezîran daxwazê ji hevkarên xwe yên di tîma wezarî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de dike ku vegerin civînên Encumena Wezîran û berdewamîyê bidin kar û dewama xwe di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Her têbînî û pêşniyareke wan hebe, pêwîst e di çarçoveya civînên Encumena Wezîran de gotûbêj li ser bê kirin û bên çareserkirin."

Talebanî di daxuyanîyên xwe yên îro de behsa mijara dabeşbûna Herêma Kurdistanê kir û got: "Di rastîyê de niha li Herêmê du îdare hene, lê hîn zû ye axaftina li ser du hikûmetên cuda bê kirin."

Serokê YNK'ê herwiha got: "Min hewl da bi zelalî ji PDK'ê re bêjim ku her gavek ji bo alozkirina rewşê, dê bi gaveke hevşêwe û bi planeke pêşwext bête bersivdan. Ev ji alîyê min ve tê wê wateyê ku derî vekirî ye ji bo ku em dev ji alozkirina rewşê berdin û dest bi gotûbêjan bikin."

Lê belê, Talebanî red kir ku nakokîyên siyasî bi tundûtûjîyê bên çareserkirin.

Rola Washingtonê

Derbarê rola Amerîkayê, Talebanî got ku daxwaza wan a sereke ji rêveberîya Serok Donald Trump ew e ku rewşa li Herêma Kurdistanê çêbûye têbigihêje û bihêle ku alîyên desthilatdar ên Herêmê bi xwe di navxwe de vê pirsgirêkê çareser bikin.

Ev daxuyanî piştî wê yekê tên ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Îraq û Sûrîyê, Tom Barrack, duh Çarşemê nakokîyên di navbera YNK û PDK'ê de wekî malbatî, eşîrtî û bêzarker binav kirin. Barrack herwiha diyar kir ku ev yek bûye sedema astengîyan ji bo kompanyayên Amerîkî û navneteweyî.

Barrack herwiha daxwaz ji karbidestên Herêma Kurdistanê kir ku vê pirsgirêkê di nav xwe de çareser bikin û got ku ev biryareke Îraqî ye ne ya Amerîkayê.

Lê belê, serokê YNK'ê got ku "ev nakokî ne arîşeyeke malbatî di navbera Talebanî û Barzanî de ye, lê belê nakokîyeke demdirêj di navbera du hêzên siyasî yên Herêmê de ye."

Talebanî herwiha got ku Bexdayê hewl daye roleke erênî di çareserkirina qeyranê de bilîze, lê ew hewl ji alîyê beşekî PDK'ê ve, hatine redkirin.

Serokê YNKê di beşeke din a axaftina xwe de, rexne li şêwazê birêvebirina Herêmê di dema şerê Îranê de girt û diyar kir ku di tevahiya dema milmilanêyê de heta yek civîna Encumena Wezîran jî nehatiye lidarxistin.

Wî got ku wan neh caran daxwaza civînê kiriye, tenê ji bo ku wêneyekî hevbeş bigirin û nîşanî xelkê bidin ku hikûmet piştgiriya welatiyan dike, lê ew jî nehatiye kirin.
Talebanî beşekî biçûk di nav PDK'ê de bi wê yekê tawanbar kir ku di biryarên çarenûsî de bi tena serê xwe tevdigere û got: "Her gava ku biryareke stratejîk li pêşîya me be, ew rêya şaş hildibijêrin."

Serokê YNK'ê referandûma sala 2017'an wekî mînak nîşan da, herwiha PDK bi wê yekê tawanbar kir ku di dema operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên li ser Îranê de, partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo şer û derbasbûna nav axa Îranê han didan.

Talebanî diyar kir jî ku wî alî di dema qeyrana enerjiyê ya cîhanî de nexwest boriya petrola Herêma Kurdistanê veke, heta ku bi zorê pê dan vekirin.

Derbarê şerê li herêmê de jî, Talebanî diyar kir ku "lêçûna darayî ya şer niha ji destkeftiyên wî yên leşkerî zêdetir bûye û hêvî kir ku Serok Trump bigihîje wê encamê ku fişarên aborî û gotûbêj, ji destpêkirina şer bi bandortir in."

Talebanî di dawîya axaftina xwe de daxwaz ji Amerîka û civaka navneteweyî kir ku rê nedin tiştê ku li Parleman Kurdistanê rû daye bibe kevneşopîyeke nû, ji ber ku li gorî nêrîna wî, ev yek dikare Herêmê bi dehan salan paşve bibe û metirsiya derketina xwepêşandan û tundûtûjiyê zêde dike.

XS
SM
MD
LG