Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Federalî Dibêje Qanûna Neft û Gazê li Herêma Kurdistana Îraqê Ne Qanûnî Ye


Zevîyê neftê yê Xurmala li nêzîk Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistana Îraqê. Wêne ji arşîvê ye.
Zevîyê neftê yê Xurmala li nêzîk Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistana Îraqê. Wêne ji arşîvê ye.

Dadgeha federal ya Îraqê îro Sêşemê bi fermanekê ragihand ku qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistana Îraqê ne destûrî ye.

“Wê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêgir kiriye ku hemû berhemdana neftê radestî hikûmeta federal bike,” dadgeha bilind di daxuyanîyekê de got.

Biryara dadgehê ser bingeha rûniştineke guhdarîkirinê hat ku tê de pirsgirêka firotina nefta Herêma Kurdistan bo derveyê Îraqê, bêyî erêkirina hikûmeta federal hate nîqaş kirin.

Dadgeh dibêje ku qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistanê, ku ji sala 2007’an ve karîger e , ne li gor zagona bingehîn ya Îraqê ya sala 2005’an e.

Li gor vê biryara nû, dê wezareta neftê ya Îraqê xwedîya desthilata lêgerîn, derxistin û derfirotina neft û gaza li Herêma Kurdistanê be.

Herwiha, mafê wezaretê wê hebe ku peymanên neftê yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel alî û welat û kompanîyên bîyanî îmza kiriye, betal bike.

Mihemed Hisên, pisporê Navenda Lêkolînên Aborî ji Dengê Amerîka re got ku biryar jibo aborîya Herêma Kurdistanê karîgerîya weranker şêke jiber ku mafê girêdana peymanan ji dest diçe.

Hîjayî balkişandinê ye ku di salên dawî de derfirotina neftê ji alîyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, bi taybet bo Tirkîyê, bûye cîhê nerazîbûna hikûmeta navendî ya Îraqê.

XS
SM
MD
LG