Hikûmeta Îraqê komek rêkar û biryarên nû pejirand ku armanca wan zêdekirina kontrola dewletê li ser dergehên sînorî û zevîyên petrolê ye.
Di nav van biryaran de yên ku ji alîyê Berdevkê fermandarîya giştî ya hêzên çekdar ên Îraqê Sebah Nû'man ve îro Sêşemê hatin ragehandin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê nikaribe bêyî Wezareta Petrolê ya federal destûrên hinardekirina petrola xav û berhemên petrolê bide.
Herwiha, hate biryardan ku Desteya Dergehên Sînorî ya Federal hemû dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê bigire bin rêvebirina xwe. Di heman demê de, Wezareta Petrolê dê rêveberîya hemû zevîyên petrolê yên ku li parêzgehên Diyala, Kerkûk, Selahaddîn û Neynewa hene û ji aliyê ewlehiyê ve di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ne, bigire ser milên xwe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ev biryarên hikûmeta Bexdayê red kirin û got ew bi ti awayî nayên qebûlkirin. Barzanî diyar kir ku divê qewareya Herêma Kurdistanê bi her awayî were parastin.
Di warê ewlehî û leşkerî de, ferman hate dayîn ku Hêzên Sînorê hemû derbasgehên nefermî yên li ser sînorên navnetewî, di nav de jî yên li Herêma Kurdistanê, bigirin.
Herwiha, Wezareta Berevanîyê hat erkdarkirin ku hemû rêyên nefermî yên navbera parêzgehên Diyala, Selahaddîn, Kerkûk û Neynewa bi Herêma Kurdistanê re bigire.
Ji alîyê din ve, Polîsên Enerjiyê dê berpirsiyar bin ji parastin û çavdêriya hemû zeviyên petrolê, di nav de jî ew zeviyên ku di nav sînorên rêveberî yên hikûmeta federal de ne lê ji aliyê ewlehiyê ve di bin kontrola Herêma Kurdistanê de hene.
Di çarçoveya rêkarên teknîkî û çavdêriyê de, hikûmetê daxwaza sazkirina jimêrkerên elektronîkî li ser hemû bîrên petrolê yên çalak kir. Herwiha, projeyek ji bo avakirina pergaleke dijîtal a neteweyî ya çavdêriya hêlên petrolê û dîtina qaçaxçîtiyê hat pejirandin.
Li gor van biryaran, li xalên kontrolê yên ketinê bo Silêmanî, Hewlêr û Dihokê dê qad û laboratûwarên taybet werin avakirin da ku berhemên petrolê yên derbasdibin werin werin testkirin. Di van navendan de dê karmendên Wezareta Petrolê, Polîsên Enerjiyê û Ewlehiya Neteweyî amade bin.
Herwiha, Wezareta Pîşesazî û Kanzayan hat erkdarkirin ku hemû kargehên asfaltê û naftayê yên li parêzgehên Diyala, Selahaddîn, Kerkûk û Neynewa ku li derveyî kontrola ewlehiya hikûmeta federal in, di nav şeş mehan de veguhezîne herêmên din di hundirê heman parêzgehan de.