Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talebanî: Gotûbêjên Aştiyê di Navbera Îranê û Partiyên Rojhilatê de Hatine Destpêkirin

Bafel Talabani at MERI Forum
Bafel Talabani at MERI Forum

Bafel Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê, roja Duşemê li Hewlêrê ragihand ku gotûbêj li ser destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ya mîna ya li Tirkîyê, di navbera Komara Îslamî ya Îranê û partiyên Kurdistanî yên Îranê de heye.

Talebanî di gotareke xwe de roja Duşemê, 12ê Cotmehê, di civîna 'MERI 2026 Forum' de li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, pêşhatên herêmî û rewşa Îranê rawesta.

Wî got ku wek pêvajoya aştiyê ya li Tirkîyê, ku li gor wî "hemû alî divê piştgirîya wê bikin"، niha jî destpêka gotûbêjeke mîna wê bi "xwişk û birayên me yên Îranî" re hatiye kirin.

Talebanî diyar kir ku ev mijar gelek caran li Îranê hatiye behiskirin û got ku aliyê Îranî bi awayekî erênî pêşwaziya vê hizrê kiriye.

Li gor Talebanî, Îranê pêşniyar kiriye ku bo avakirina pêvajoyeke aştiyê ya giştî li herêmê hevkarî bikin. Wî got: "Ev diyalog pir girîng e û dikare bibe gaveke baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan."

Serokê YNK'ê hûrguliyên din li ser vê pêvajoyê nedan û heta niha tu aliyekî din jî agahdarîyeke fermî li ser vê mijarê belav nekiriye.

Di beşekî din ji axaftina xwe de, Talebanî got ku peywendiyên partiya wî bi Tirkîyê re baştir bûne û hêvî kir ku Konsûlxaneya Tirkiyê li Silêmaniyê ji nû ve were vekirin.

Li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî, Talebanî got ku pirsgirêk ne dem e, belkî çend mijarên bingehîn in ku di navbera YNK û PDK de hene. Wî got: "Em dikarin di 24 demjimêran de hikûmetê ava bikin, ger li ser prensîbên bingehîn li hev werin."

Talebanî : Divê siyaseta me li hember Bexdayê were guhartin

Derbarê peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Îraqê de, Bafel Talebanî got ku pêdivî ye hêzên siyasî yên Kurdistanê siyaseta xwe li hember Bexdayê ji nûve di bin çavan re derbas bike.

Wî got, "me Serokwezîrekî baş heye. Ew karsazek e û li hember Kurdan tu cûre cudakirin an nijadperestî nake. Ev derfeteke zêrîn e ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û divê ji dest neyê dayîn."

Talebanî herwiha got ku Îraqa îro ne wek Îraqa berê ye. Li gorî wî, berê Îraqeke lawaz dikaribû bibe sedemek ji bo Kurdistaneke bihêz, lê îro ev wate guheriyaye.

Wî got, "Îro Îraqeke aram, dewlemend û yekgirtî, bi wateya Kurdistaneke aram, dewlemend û yekgirtî ye."

This item is part of
XS
SM
MD
LG