Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Pêşmerge li ser Vekişîna Amerîkayê Nîgeranîya Xwe Nîşan Dide

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Îraqê îro Duşemê ragihand ku hêzên Amerîkayê dê di 30ê Îlonê de ji Îraqê, di nav de Herêma Kurdistanê, vekişin.

Wezareta Pêşmerge di daxuyanîyekê de li ser malpera xwe ya fermî got ku ev vekişîn di demeke hestîyar de pêk tê û derbarê ewlekarîya herêmê de nîgeranîya xwe nîşan da.

Li gor daxuyanîyê, Herêma Kurdistanê di mehên borî de, di dema şerê di navbera Amerîka û Îranê de, rastî zêdetirî hezar êrîşên dronan û mûşekan hatiye.

Wezareta Pêşmergeyan da zanîn ku parastina esmanê Herêma Kurdistanê, ku beşek ji esmanê Îraqê ye, berpirsîyarîya hikûmeta federal a Îraqê ye.

Wezaretê herwiha piştrast kir ku hêzên Pêşmerge dê bi artêşa Îraqê re hevkarîya ewlehîyê bidomînin û ji bo rûbirûbûna rûdan û gefên nû amade ne.

Di dawîyê de, Wezaretê spasîya Amerîka û hêzên hevpeymanîya navnetewî kir ji ber piştgirî û hevkarîya wan di salên borî de.

This item is part of
XS
SM
MD
LG