Breaking News

Zeydî: Artêşa Îraqê dê Derbazî Sînorên Herêma Kurdistanê Bibe

Serokwezîrê Iraqê Elî el-Zeydî îro Pêncşemê tekez kir ku hikûmeta wî di pêkanîna bernameya xwe ya ji bo sepandina desthilata dewletê û yasayê li seranserê Îraqê rijde û artêşa Îraqê dê li ser sînorên Herêma Kurdistanê bi cih bibe, ne li nav bajaran.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê, ku îro li ser platforma Xê hate weşandin, Zeydî ev daxuyanî di civîna xwe ya bi nûnerên sê fraksyonên Kurdistanî yên hevpeyman di parlamentoya Îraqê de da.

Di civînê de serokê bloka Helwesta Niştimanî Rêbwar Kerîm, serokê bloka Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê Musenna Emîn û serokê bloka Komela Dadgeriya Kurdistanê Ehmed Heme Reşîd amade bûn.

Zeydî tekez kir ku hikûmet dê ji planên xwe yên komkirina çekan di destê dewletê de, têkoşîna li dijî gendeliyê, qaçaxçîtiyê û parastina samanên neteweyî paşde gav neavêje.

Zeydî got ku hin kes hewl didin gelê Kurd bikişînin di nav krîza qaçaxçîtiya petrolê de, da ku bandora xwe, pere û hesabên xwe yên taybet ji lêpirsîn û cezayên yasayî biparêzin.

Serokwezîrê Îraqê herwiha diyar kir û bê ku navan bêje, got ku dahatên Herêma Kurdistanê diçin cem hin komên taybet û li ser gelê Îraqê nayên belavkirin.

Wî herwiha tekez kir ku hikûmeta federal taybetmendiya Herêma Kurdistanê, ku bi têkoşîn û fedakariyên gelê Kurd hatiye avakirin, nas dike.

Zeydî got ku hikûmeta wî li gorî desthilatên xwe yên destûrî û yasayîî dê berdewam bibe di pêkanîna bernameya xwe ya ji bo parastina ewlehiyê û sepandina desthilata dewletê û yasayê li seranserê Îraqê.

XS
SM
MD
LG