Li gor Wezareta Brevanîya Îraqê, roja Yekşem Şandeka bilind a leşkerî bi serokatiya Serok Erkanê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Yarelah seredana Hewlêrl kir û ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî danûstandin li ser hijmarek pirsên hevbeş kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, di daxuyaniya xwe de got ku serdana Serok Erkanê Îraqê li ser fermana Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî hatiye encamdan ji bo şopandina parastina ewlehî û tenahiyê û bi taybetî nehiştin û bidawîanîna gefên li ser kompaniyayên petrolê û êrîşên ku li ser wan tên kirin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî tekez li ser giringiya xurtkirina hevkarî û hemahengiyê di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de kir، da ku bi hev re, rû bi rûyî her astengî, gef û metirsiyên ewlehî û leşkerî bibin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Şanda leşkerî ya Iraqê her wiha bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê re civiya, ku hêvî kir hevrêzî û hevkariya di navbera Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge de berdewam bike da ku kêmasiyên ewlehiyê li deverên ku çalakiyên terorîst lê hatine dîtin çareser bikin.
Di vê çarçoveyê de, wî helwesta Serokwezîr, û her weha têkilî û hevrêziya di navbera Hewler û Bexdayê de berz nirxand.
Derbarê hewldanên ji bo ji nû ve destpêkirina hilberîn û hinardekirina petrolê de, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî "girîngiya van destpêşxeriyan tekez kir û wekî amûrek ji bo vejandina aborî bi nav kir."
Ev serdan bi pêşketinên berdewam ên derbarê mijara çekên mîlîşyayên girêdayî Îranê û vekişîna hêzên hevpeymaniya navneteweyî yên bi pêşengiya Amerîkayê - ku ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê hatine damezrandin - ji welêt re hevdem e.
Şirovekar Fazil Ebû Rixîf: "Bexda û Hewlêr Sîstema Parastina Bîrên Neftê û Sînoran Xurt Dikin"
Lêkolînerê pirsên siyasî û dîroka komên terorîst, Fazil Ebû Rixîf, gote Dengê Amerîka, "Di çarçoveya hevkariya nêzîk a navbera hikûmeta navendî (Bexda) û Herêma Kurdistanê de, dê rêze-pêngav û rênimayên nû werin avêtin ku encamên wan ên stratejîk hebin."
Ebû Rixîf destnîşan kir ku yek ji xalên herî giring di vê hevkariyê de rewşa "nehêlana valahiyên ewlehiyê di navçeyên navbera parêzgehên Îraqê û Herêmê de. Wî tekez kir ku ev valahiyên ewlehiyê dê bi hêzên zêdetir werin piştgirîkirin daku rê li ber her hewldaneke rêxistinên terorîst wekî Daiş'ê ya ji bo kontrolkirina van deveran were girtin. Ev pêngav dê bi rêya pevguhartina agahiyên îstîxbaratî, piştgiriya logistîk û taktîkî were birêvebirin.
Di warê ewlehiya sînoran de, pisporê Îraqî eşkere kir ku plan hene ji bo bicihkirina yekîneyên operasyonên hevbeş li ser xetên sînorî yên navbera Iraq û Îranê. Her weha hevkariyeke qanûnî û dadwerî ya nû ji bo radestkirina tawanbarên daxwazkirî di navbera Bexda û Hewlêrê de ketiye qonaxa cîbicîkirinê.
Ebû Rixîf bal kişand ser giringiya parastina çavkaniyên enerjiyê, bîrên neftê. Wî diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê giringiyeke pir mezin dide vê pirsê, ji ber peywendiyên dîrokî yên digel aliyê kurdî, û wî dîyar kir ku ev hemahengiya tund dê bibe sedema girtina hemû kesên ku hewl didin bîrên neftê bikin armanc an jî gefê li "Aştiya Pîşesazî û Aborî" ya li Herêmê an li Navendê bixwin.
Şirovekar Mehemed Zengene: "Serdana Şanda Artêşa Îraqê bo Hewlêrê Danpêdaneke Fermîye bi Pêgeha Destûrî ya Pêşmerge
Ji alîyê xwe ve Şirovekarê siyasî Mehemed Zengene, ji Dengê Amerîkayê axvî û got ku serdana dawî ya şanda leşkerî bo Herêma Kurdistanê, piştî demeke dirêj ji daxuyaniyên bêbingeh ên li dijî Hêzên Pêşmerge tê. Zengene destnîşan kir ku hinek aliyên siyasî berdewam hewl didan ku nirx û rola dîrokî û çalak a vê saziya leşkerî ya giring di nav sîstema berevaniyê ya Iraqê de kêm bikin.
Şirovekarê Kurd destnîşan kir ku "ev serdan xwedî wateyên pir kûr e û danpêdaneke fermîye bi pêgeha destûrî ya Hêzên Pêşmerge, ku di xalên Destûra Iraqê de hatine çespandin û wekî-Parêzvanên Herêmê- (Hars el-Eqlîm) hatine pênasekirin."
Zengene tekez kir ku giringiya vê serdanê di wê yekê de ye ku Îraq niha ji hêzên Pêşmerge daxwaza piştgirî, alîkarî û hevahengiyê dike; bi taybetî li wan deverên ku metirsîyên mezin ên ewlehiyê û valahiyên kûr hene, ku wekî navçeyên Madeya 140 tên naskirin.
Di berdewamiya şiroveya xwe de, Zengene diyar kir ku ev pêngav danpêdaneke zelal e ku artêşa federal bi tenê nikare rewşa ewlehiyê birêve bibe û aramiyê li van navçeyan mîsoger bike heta ku hêzên pêşmerge nebin hevpar.