Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Nakokî û Lihevhatina Îraqîyan Li Ser Pêkanîna Hikûmeta Nû


Piştî her hilbijartineka Îraqê pirsa pêkanîna fraksyona mezin di nav parlemanê de û dabeşkirina hersê postên sereke aloziya herî mezin e.

Serkeftîyê hilbijartinên maha 10 ya sala borî Muqteda al Sedr daxwaza duristkirina hikûmeteka piranîya niştimanî dike, bê beşdarbûna fraksyona nasyar bi Çarçeva Hemahengî yê ku aliyên Şîaa yên nêzîk Îranê bixwe ve digre ku eve bi wateya hindê tê Sedr digel Kurdan û Sunnîyan hikumetê pêk bînin.

Çavdêr bawer dikin Sedr nikare aliyên din yên Şîaa yan dûr bixe ji ber bandora Îranê biser tevaya Şîaa yên Îraqê.

Eger eve aloziya Şîaa yan be helbet Kurd jî liser postê serok komarê Îraqê lihev nakin. Partiya Demokrata Kurdistanê û Yeketîya Niştimanîya Kurdistan berbijar hene bo yek postê ku beşa Kurdan e di sîstema dasthilatdariya Îraqê de.

PDK û YNK îro danûstandinan digel aliyên Ereb dikin bo bidestxistina piştevanîyê, li dema ji ber yekem rûniştina perlemanî behsa projeyek û daxwazên hevbeş dikirin ji bo bidestxistîna mafên Kurdan.

Bernama Tîrêj zêdetir liser vê mijarê rawestiya digel mihvanên birêz Samî Rêkanî, şirovekar û mamostayê zanîngehê û birêz Rênas Cano, lêkolerê siyasî û endamê berê yê parlemana Îraqê.

Tirêj #138
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:59 0:00


XS
SM
MD
LG