Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Û Biryara Dawîanîna Qerebûkirina Ziyanên Dagîkariya Kuweytê


Kahtan Al -Janabi, Wekîlê Wezîrê derve yê Îraqê bo pirsên qanûnî û têkiliyên pirralî
Kahtan Al -Janabi, Wekîlê Wezîrê derve yê Îraqê bo pirsên qanûnî û têkiliyên pirralî

Ji encama dagîrkariya rejma berê li Îraqê bi serokatiya dîktator Sedam Husên li sala 1990ê û derketina şerê Kendavê yê yekê, Civata Ewlekariya Navnetewî ya girêdayî Netewên Yekbûyî (UN) Îraq xist bû jêr bendên 7 ya peymana Netewên Yekbûyî, ku taybete bi mercên qerebû û derdanên ziyanên ku di dema dagîrkirinê de gihiştbûn welatê Kuweytê.

Li gorî benda 7 pêwîstebû Îraqê pêgirî wan derdan û hemî ziyanên madî baye, yên ku ji encama dagîrkirina sala 1990ê pêkhatbûn.

Iraqê heta niha li gorî benda 7 ya peymana Netewên Yekbûyî zêdetirî 50 mîlyar dolar weke ziyanên diravî dane Kuweytê, ev jî bi rêya biryara Civata Ewlekariya navnetewî bû ku rêjek ji petrola Îraqê 5% û paşî 3% bû ziyanên gihabûn Kuweytê dihatin dan.

Roja Sêşemê 22ê Sibatê 2022ê, Netewên Yekbûyî bi giştîya dengan biryar girt ku derdanên diravî yên Kuweytê ji aliyê Îraqê bidawî hat û Îraq pêgir bûye bi biryar û peymanên navnetewî, yên girêdayî dagîrkirina Kuweytê ji aliyê rejîma berê ya Îraqê de, her hemî hatine danû êdî pêwîstî bi komîsariya Netewên yekbûyî bo qerebûkirina Kwauitê nema ye û komîsarî bidawî kir.

Şanda Îraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fûad Husên û Wekîlê Wezîrê Derve bo Pirsên Qanûnî û Têkiliyên Piralî Kahtan Al Janabî li New York di civîna Civata Ewlekariyê de amadebûn.

Berpirsên her du welatan û yên civaka navnetewî derbarê bidawî hatina vê pirsê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Reaksyonên Berpirsên Îraqê Û UNAMÎ

Roja Sêşemê piştî ku bi giştiya dengan di Civata Ewlekariyê de li New York biryar hat dan ku dawî li dosya derdanên Kwuaitê bê ji aliyê Îraqê de, şanda Îraqê ya amade bi serokatiya Wezîrê Derve Fûad Husên kêfxweşiya xwe anî ziman û Husên di Peyva xwe de piştî pêşkeşkirina spasiyan ya serokê xula niha ya Civata Ewlekariyê û berpirsên civaka navnetewî yên amadebûyî wî got "Îro Îraq rûpelek giring ji dîroka xwe vedide, ku zêdetirî 30 salan dirêj kişand û niha rûpelek nû ji dîroka Îraqê ya dîplomasî, siyasî û aborî vedike, rûpelek ku rolê wê yê navnetewî û herêmî bihêz dike, ku li astê dîroka xwe ya hêja ya şaristanî be li ser nexşeya herêmê û cîhanê."

Piştî biryar ji Netewên Yekbûyî derket reaksyonên cûda ji piraniya berpirsên Îraq derketin, pêşî Serokomarî Îraqê Berhem Salih, di daxuyaniyekê de bi riya twîtekê got"bidawîbûna dosya derdanên Îraqê bo Kuweyta bira, werzek bitirs yê cengên beredayî yên rejîma zordar bidawî bû, ku gelê me û hemî herêmê buhayê wê da, Îro Îraq dest bi siyaseteke derve ya li ser bingeha avakirina baştirîn têkîlî bi welatên cîran û bira re û bi civaka navnetewî re destpê dike, û dê piştevaniya aştî û ewlekariya herêmê bike jibo berjewendiyên hevpar yên hemî alîyan."

Herwiha Ofîsa Netewên Yekbûyî li Îraqê UNAMI di tîwtekê de bi hersê zimanên Erebî, Inglîzî û Kurdî reaksyon nîşan da û got "Îro xaleke werçerxana dîrokîye bo gelê Îraq: Civata Ewlekariya Navnetewî girêdayî Netewên Yekbûyî dawî li erkê momîsariya qerebûkirina Îraqê bo Kuweytê anî. Destxweşiyê li Îraq dikîn, jibo hevkariya tam pêgirî û nîşandana niyeta cîraniyek baş."

Roj Çarşemê Serokwezîrê Îraqê Mustefa Al Kazimî di daxuyaniyek taybet de ragihand ku girtina dosya biyaraya navnetewî destpêke jibo Îraq rol û hebûna vegerîne.

Di hesba xwe ya fermi de Al Kazimî twîtek weşand û dîsan got"Îraq hemî hewilan dide ku têkiliyên baş li gel cîran, welatên bira û civaka navnetewî çî ke."

Serokê Parlemena Îraqê Muhamed Halbûsî bi rêya twîtekê roja Çarşemê ragihand ku ew dest bi baştirîn têkiliyan dikin li gel welatên cîran, bira û heval.

Halbûsî got "Piştî ku Îraqê hemî mercên derdanên Kuweytê bicih anîn, îro em dest bi avakirina baştirîn têkiliyan dikîn." Wî herwiha got"Bila şûnwarên 10an salan ya siyaseta dojmnkarî, gurkirin û rikeberiyê li paş xwe bihêlîn, û dest bi qunaxeke nû ya pêşketinê bikîn û welat ji derencamên şerên lipey hev derbînîn."

Şaxewan Abdullah cîgirê serokê Parlemena Îraqê dîsan derbarê girtina dosya derdanên diravî bo Kuweytê daxuyaniyek weşand ku Ajansa Nûçeyan ya Îraqê (ina) weşandiye dibêje "Em pîrozbahiyê li gelê Îraqê dikîn ku Wezîrê Derve derketina Îraqê ji benda 7 ya peymana Netewên Yekbûyî û pêgiriya wê ya bi hemî mercên tije kirina ziyanên dagîrkirina Kuweytê ya sala 1990ê kirî. "

Hevpeyîn li Gel Birêz Kahtan Al Janabî Wekîlê Wezîrê Derve Yê Îraqê

Birêz Kahtan Al Janabî wekîlê wezîrê derve yê Îraqê bo pirsên qanûnî û têkiliyên pirralî tevî şanda Îraqê bi serokatiya wezîrê derve roja Sêşemê li New York di rûniştin Civata Ewlekariyê de amadebûn.

Pirsa bidawîbûna dosya qerebûkirina Kuweytê jibo Îraqê û Îraqiyan tê çi wateyê?

Birêz Janabî got"Biryara Civata Ewlekariya Navnetewî, biryarek dîrokîye jibo Îraqê û gelê Îraqê, wê îşaret bi wê yekê da ku Îraqê hemî merc û pêgiriyên biryara navnetewî bicî anîne li gor benda 7ê ya peymana Netewên Yekbûyî."

Qahtan Al Janabi, Wekîlê Wezîrê derve yê Îraqê bo pirsên qanûnî û têkiliyên pirralî
Qahtan Al Janabi, Wekîlê Wezîrê derve yê Îraqê bo pirsên qanûnî û têkiliyên pirralî

Al Janabî herwiha got, bi giştîya dengan endamên Civata Ewlekariyê dengda ku rêjeya ji dahatê petrola Îraqê dihat birîn û weke qerbûya ziyanên dewleta Kuweytê ya dagîrkirina sala 1990ê dihatin dan dê rawestin û ev dê bandore li ser başbûna ekonomiya Îraqê bike.

Wekîlê Wezîr, Al Janabî derbarê giringiya biryarê di başkirina têkiliyên Îraqê bi cîranan re dê çi beÎ Wî got, biryara ku Îraq ji mercên pêgiriyên navnetewî û bargiraniya malî hat rizgar kirin, dê li gor destûrê dê hewil bide têkiliyên bihêz, baş û biratî li gel welatên bira û heval li seranserî ava bike.

Di dema dagîrkirina Kuweytê de li sala 1990ê ku demûdest serokê Îraqê yê berê Sedam Husên biryara control kirina welatê cîran Kuweytê dabû, hezaran welatiyê Kuweytê hatin êxsîr kirin û hinda kirin, ev jî dosyayek aloze û li jêr benda 6 ya peymana Civata Ewlekariya navnetewî hatiye tomar kirin ku dive çarenivîsa girtî û hindayiyan bihê zanîn, derbê vê doz؛, birêz Wekîlê wezaretê got"Her tiştê girêdayî benda 7 ya peymana NY hatiye girtin û bidawî bûye, lê dosya êxsîr û hindayî û hin mumtelkatên Kuweytê li jêr benda 6 ya peymana NY hatiye tomar kirin "

Hevpeyvîn li Gel Kahtan Al Janab Wekîlî Wezîrê Derve Yê Îraqê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:22 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG