Dewleta Kuwait, meha bihê Sibatê, dê konferansek Navnetewî bo cardî ava kirina Îraqê encam bide, bi taybet herêmên di şerê li dij çekdarên DAIŞ'ê de wêran bûne.
Ajansa Reuters li gûr ajnasa Nûçeyan ya Kuwaitî roja Sêşemê ragihand ku, Kuwait di navbera 12 -14 meha Sibatê de, welatên bexşîner û rêxistinên beşdarbûna bi pereyan dê bo Konferansê bang bike.
Roja Sêşemê cîgirê wezîrê derve yê Kuwaitê Xalid Carilah di konferansek rojnamegerî ya hevbeş de, ligel Mehdî al-Alaq, emîndarê giştî yê civata wezîrên Îraqê li Kuwait ev yek ragihand.
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî meha bûrî serkeftina biser rêxistina şîdetkar DAIŞ'ê li Îraqê ragihand bû, ya ku di 3 salên bûrî de sêka erdê Îraqê li jêr kontrola çekdarên wê rêxistinê de bû.
Alî al-Alaq ji aliyê xwe ve gotiye, jibo avedankirinê, herî kêm Îraqê pêwîstî bi 100 mîlyar dolaran heye bo "piştevanîkrina avakirina xaniyan, nûjenkirina sektora petrolê, sektora veguhastinê û xizmetkariyên giştî yên bingehîn, ku bi şêweke berfireh rastî wêrankariyê hatine".