Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgerîya Alman Girtina Keça 16 Salî li Mûsil Lêkolîn Dikin


Roja Sêşemê nûnerên dadgerîya Almanî ji Berlin dan zanîn ku, ew niha pirsa girtina keçek 16 salî yaku, di nava çekdarên DAIŞ'ê de bû li bajarê Mûsil, tevî 5 jinên din hatine girtin lêkolîn dikin.

Rojnama "Die Welt" ya Almanî daye eşkerkirin ku, keçek Alman bi navê Linda li bajarê Mûsil hatîye girtin, wê di nava rêzên dewelta Îslamê DAIŞ'ê de li bajarê Mûsil şer dikir, Îraqê heftîya bûrî rizgarkirina bajarê Mûsil ji DAIŞ'ê ragihand bû, herçende heta niha şer û pevçûn li hind ciyên bajarê Mûsil tên berdewamkirin.

Lorenz Haase, nûnerê dozgerîya Almanî ya eyaleta "Sachsen", got niha berpirs girtina wê keça 16 salî ya li Mûsil hatî girtin lêkolîn dikin, kanê ew keçe ya ku, havîna bûrî li bajarokê Pulsnitz, li nêzîk bajarê Dresden winda bûbû yan na.

Herweha Haase dibêje, deriyê lêkolîna hatîye vekirin derbarê wan gotinên dibêjin, wê keçikê têkilî bi çekdarên radîkal yên DAIŞ'ê re hebûye û pilana encamdana êrîşek terorî dikir.

Herweha wezareta derve ya Almanî daxwaza pêzanînên tam yên derbarê keçika girtî de daxwazkirin û dibêje, eger pêzanîn nasnama wê hebin ev dê gelek alîkar bin.

Lorenz Haase dide zanîn ku nêzîkî salekêye keçeke Alman seredana Tirkiyê kirîye, bi armanca qesta Îraq û Sûriyê bike, ji wî çaxî û vir ve berpirsên ewlekarîyê şopa wê wenda kirîye.

Lê berpirsekî Îraqî da zanîn ku keçika 16 salî ya li Mûsil hatî girtin, weha di xweyê ji regeza Silavîye, dibe ku ew Rûs be.

Wek tê zanîn doh di raporeke nûçegihanê dengê Amerîka de, li Duhokê hat bû ku, ew keça 16 salî ya ku li Mûsil hatî girtin keçeke Êzidîye, lê piştî hêzên Îraqê babê keçika wenda bûyî agihdar kirî ku, ew keçik zimanê Kurdî nizane û bi zimanên biyanî di axive.

XS
SM
MD
LG