Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Dê Heşda Şeibî Û Hizbullah Di Şerê Navbera Hemas Û Îsraîlê De Cih Bigrin?


Hashd al-Shaabi
Hashd al-Shaabi

Ji ber ku Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Hemas û Kerta Xezayê zêde dibe, komên çekdar ên nêzî Îranê gefa tevlîbûna şer xwarine, lê çavdêr dibêjin ku ew hîn jî naxwazin bibin beşek ji şer.

Roja Şemiyia borî Hamasê êrîşî Îsraîlê kir, di encamê de kuştî, birîndar û dîl hebûn. Îsraîl gefa tinekirina Hemasê xwar û êrîşên xwe yên li ser Xezayê zêdetir kirin.

Heşda Şeibî ya Îraqê û Hizbullaha Lubnanê gef li Îsraîlê xwaribûn ku eger êrîşên li ser Xezayê neyên rawestandin û Amerîka destwerdana şer bike dê êrişî Îsraîlê bikin û navendên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê bikin armanc.

Saad Matlabî, serkirdeyê dewleta qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî, di wê baweriyê de ye ku şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de dê bandorê li herêmê bike, ji ber ku pirsa Filistîniyan ji bo welatên erebî pirseke giring e.

Matlabî ji Dengê Amerîka re got: Heşda Şeibî beşek ji sîstema leşkerî ya Îraqê ye û desthilata wê nîne ku bêyî fermana hikûmeta Îraqê derkeve derveyî Îraqê.

“Eger hikûmeta Îraqê destûrê nede Heşda Şeibî û hêzên Îraqî nikarin li derveyî sînorên Îraqê ti rolekê bilîzin.”

Karbidestên Hizbullah a Lubnanî, ku hêzeke nêzîkî Îranê ye, amadebûna xwe bo êrîşa li ser Îsraîlê dîyar kiribûn, lê li gorî wan di dema "guncaw" de. Tevî gefên Hizbullah, li ser sînorê Îsraîl û Filistînê ji bilî aloziyên sînordar ti şer û pevçûn çênebûne.

Siyasetmedarê Erebê Sunnî Îsmaîl Hedîdî ji Dengê Amerîka re got: "Eger hêzên Heşda Şeibî bixwazin bibin beşek ji şerê li dijî Îsraîlê, ew ê ne bi navê Heşda Şeibî, lê bi navên cuda bikin."

"Doza Filistînê ji bo hemû Ereban girîng e, lewma em hemû li dijî siyaseta Amerîka û Îsraîlê ya li hemberî Filistînê ne."

Wezîrê derve yê Îranê Huseyn Emîr Ebdullahiyan hevdîtinên xwe yên ligel berpirsên grûpên çekdar ên nêzîkî wî welatî berdewam kirin.

Li gor medyaya nêzîkî Hizbullah, Ebdullahiyan û sekreterê giştî yê Hizbullah Hesen Nesrallah rewşa navçeyê û pêşhatên çaverêkirî yên şerê navbera Hemas û Îsraîlê gotûbêj kirin.

Doktor Serdar Ezîz, lêkolînerê siyaseta navneteweyî, di wê baweriyê de ye ku rewş wisa xuya dike ku Heşda Şeibî lezê nakin ku rasterast beşdarî şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de bibin, her çend di bin zextê de ne û nikarin bêdeng bimînin.

Ezîz ji Dengê Amerîka re got: "Beşdarbûna Hizbullah û Heşda Şaabî di şer de bi biryara Îranê ve girêdayî ye. Îran hîn jî xwe diparêze û naxwaze li pişt plana êrîşa li ser Îsraîlê xuya bibe. Dixwaze tiştekî bike ku nebe armanc."

Ezîz got: "Dibe ku şerê li Xezayê demeke dirêj bidome. Hêzên din lezê nakin û zêdetir rewşê dişopînin, lê ne diyar e ku rewş dê wan neçar bike ku tevlî şer bibin yan na."

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf hişyarî da ku eger êrîşên wî welatî li ser Xezayê berdewam bin, dê eniyên din şer li dijî Îsraîlê vebin.

Raporta Dilşad Enwer

Raporta Deng/ Dilşad Enwer
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:05 0:00

XS
SM
MD
LG