Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji ber Rexnekirina Îranê Mîlîtanên Şîiî li Îraqê Komandarekî Digrin


Berpirsekî gurûpên nîv- leşkerî yên Şîiî yên ku di bin sîwana hikûmeta Îraqê de ne, dibêje komandarekî mîlîtanan hate girtin piştî ku wî serdestiya Îranê li Îraqê rexne kir.

Berpirsekî ji hêzên Heşdulşaabî got Ews el-Xefajî, komandarê firqeya Ebû el-Fedl el-Ebbas, şevekê berê hatibû girtin.

Berpirs ev agahî da ajansa Associated Press, lê nexwest navê xwe diyar bike ji ber ku wî mafê axaftina li gel medya nebû.

El-Xefajî demekê berê ji tilfizyoneke xwecihî re gotibû ku Îraqê divê ne tenê dijîberiya hebûna Amerîka û Tirkiyê li Îraqê bike, lê her wiha divê ew li dijî destêwerdana Îranê be jî.

Daxuyaniyeke hêzên Heşdulşaabî dibêje çar nivîsîngehên gurûpa el-Xefajî li Bexdadê hatine girtin ji ber ku ew di taxên niştecîbûnê de bûn.

Daxuyaniyê got hin endamên gurûpê jî hatin girtin ji ber ku wan dijberiya girtina nivîsîngehan kir.

XS
SM
MD
LG