Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavkanîyên Ewlakarîyê: Serkirdeyekî Heşdulşaabî li Îraqê Tê Girtin


Hêzên ewlakarîya Îraqê îro Çarşemê, li gor yaseya welêt ya dijî terorê, komandarê mezin ê mîlîtanan Qasim Muslih girt, û çavkanîyên ewlekarîyê ew girtin bi êrîşên dijî bingeheke leşkerî ya ku hêzên Amerîkî vedihewîne ve girê da.

Muslih berbanga sibê hate girtin û komîteke hevbeş vekolînan pê re dike li dor tawanbarîyên dijî wî, li gor daxuyanîyeke leşkeran, bê ku agahîyên berfeh ragihînin.

Muslih serokê Hêzên Heşdulşaabî ye li parêzgeha Anbar.

Deqeke fermana girtina Muslih li ser medya civakî hate belavkirin û çavkanîyên ewlekarîyê rasteqînîya wê piştrast kir.

Bingeha leşkerî vê mehê herî kêm çar caran rastî êrîşan bûbi riya rpkêt û firokên bê firokvan û gelek Îraqî wan rûdanan wek wergerandiona girjîyên Amerîka û Îranê dibînin.

XS
SM
MD
LG