Dezgeha Îstixbarata Niştîmanî ya Îraqê îro Şemîyê ragihand ku avahîya wan li Bexdayê rastî êrîşeke terorîst ji alîyê rêxistinên derveyî qanûnê ve hatîye.
Îstixbarata Îraqê di daxuyanîyekê de ser platforma X'ê got: “Ji ber êrîşê efserek hate kuştin” û êrîş wekî hewleke bêhêvîbûnê binav kir.
Îstixbarata Îraqê herwiha tekez kir ku ew dê berdewam û li ser kar xwe yê rawestandina terorê û pêkanîna rola û erkên xwe yên niştimanî be. Wê got ku ewê her tiştî bike heta ku berpirsîn êrîşê werin girtin û radestî dadgehan bikin.