Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

55 Welat û Zêdetirî 40 Rêxistin Beşdarî Hilcivîna Hevkarîya Îslamî li Bexdayê Dibin

IRAQ-CONFERENCE/OIC
IRAQ-CONFERENCE/OIC

Wezareta Derve ya Îraqê roja Şemiyê 17ê Cotmehê piştrast kir ku 55 welat û zêdetirî 40 rêxistin beşdarî civînên 52emîn civîna Wezîrên Derve ya Rêxistina Hevkarîya Îslamî li Bexdayê dibin.

Wezaret dibîje, civîn dê li ser ewlehîya xwarin, av û hevkarîya aborî werin encam dan.

Wezareta Derve ya Îraqê di platforma Xê de daxuyanîyek belav kir û tê de dibêje, Serokwezîr Elî Falih Zeydî di rûniştina vekirinê de li pêşberî şandeyên welatên endam, ligel hejmarek kesayetiyên rêzdar, di nav wan de Xanim Amîna J. Mihemed, Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Seroka Koma Geşepêdana Domdar a Neteweyên Yekbûyî, û nûnerên gelek rêxistinên nehikûmî, gotarek vekirin û bixêrtatînê pêşkêş kir.

Herwiha Zeydî got, “Armanca me ewe ku em hevkarîyê di warê enirjî û bazirganiyê de pêş bixin û di navbera herêmên pîşesaziyê de hevsengiyên temamker çê bikin da ku em bi hevre bersingê qeyranan bigirin”.

Biryare di civînê de li ser mijarên din, bi taybetî pirsa Filistînê, û herwiha pêşketinên herêmî û navneteweyî danustandin werin kirin.

Civînên Rêxistina Hevkarîya Îslamî li Bexdayê dê bo dema du rojan be, ku li rûniştîna sibe yekşemê dê li ser biryaran û belgeyên ku pêşkêşî encûmenê hatine kirin, bên nirxandin.

Hêjayî gotinê ye ku doh roja Înê Berdevkê civîna 52'yemîn a Encumena OIC'yê, Balyoz Hasanein Kamil di daxuyaniyekê de diyar kirbû ku ev civîn di rewşeke aloz a herêmî û navneteweyî de tê kirin, ku daxwaza zêdekirina diyalog û xebata hevbeş di navbera welatên endam de dike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG