Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq û Chevron a Amerîkî Asoyên Weberhênanê Gotûbêj Kirin

Iraq
Iraq

Îro Yekşemê li Bexda paytexta Îraqê, Cîgirê Wezîrê Petrolê ji bo Karûbarên derxistinê Nesîr Ezîz û cîgirê Serokê Kompaniya Enerjiyê ya Amerîkî Chevron Joe Cook, derfetên weberhênanê û cîbicîkirina projeyan di sektorên neft û enerjiyê de gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyekê de, ku Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA) weşandîye, hat diyarkirin ku "Di dema hevdîtinê de, asoyên hevkariya hevbeş di navbera Wezareta Neftê û kompaniya Chevron de hatin nirxandin".

Hêjayî gotinêye ku di destpêka sala 2026an de, kompaniya Amerîkî Chevron bi hikûmeta Îraqê re ket nav gotûbêjên taybet derbarê zeviyên neftê yên "Rojava Qurna 2" ku li parêzgeha Besra ya başûrê welêt e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG