Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Îraqê Bidawîanîna Hebûna Hêzên Biyanî li Îraqê Erê Dike


Parlemana Îraqê îro Yekşemê daxwaz ji hikûmetê kir ku kar bike li ser bidawîanîna hebûna hêzên biyanî li Îraqê.

Pirojebiryara parlemanê ya ku di daniştineke taybet de hate derbaskirin, dibêje pêwîste hikûmet daxwaza alîkariyê ku ji koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka kiribû, jinav bibe.

Ji hikûmeta Îraqê nayê xwestin ku pêgir be bi pirojebiryarên parlemanê, wek ku pêgir e bi yaseyan, lê vê carê rewşeke tevlîhev e.

Serokwezîrê destjikarkişandî Adil Ebdulmihdî, berê bang li parlemanê kiribû ku di zûtirîn derfet de hebûna hêzên biyanî bidawî bîne.

Ev daniştina parlemanê hate lidarxistin piştî kuştina komandarê Îranî Qasim Sulêmanî û serkirdeyê Îraqî Ebû Mihdî el-Muhendis ji aliyê Amerîka ve.

XS
SM
MD
LG