Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rênas Jano: Aloziyên li Bexda dê Bandorek Xerab Liser Herêma Kurdistanê Û Şerê Dijî DAIŞê Bike


Rênas

Di du rojên derbasbûyî de, di nava parlamentoya Îraqê de erdhejek siyasî pêkhat, wezîrê berevaniya Îraqê Xalid El-Ubaydî derbarê doza nelirêtiyê(Gendeliy)ê di parlamenê de amdebû.

Dema El-Ubaydî di parlamenê de axaftin kir, wî da zanîn ku, serokê parlamenê Selîm El-Jibûrî û hind endamên palamenê û berpirsan dest di nava gendeliyê de hene, ev yek bû sedema gotûbêjek dijwar ya siyasî di nava hêzên siyasî de li Îraqê.

Doh serok wezîrên Îraqê Heyder Ebadî bi daxuyaniyekê ragihand ku kesên di rûniştina parlamenê de, bi tawana gendeliyê hatine sucdarkirin, nabe sefera dervey welat bikin.

Derbarê rewşa niha di parlamen û di nava hêzên îraqî de û paşeroja rewşa hikûmet û parlamena Îraqê, Dengê Amerîka pişka kurdî hevpeyvînek li gel birêz Rênas Jano endamê parlamena Îraqê ji hevpeymaniya Kurdsitanî û lîsta Partî Demokratî Kurdistan (PDK)ê encam da.

Birêz Rênas da zanîn ku vê pirsê du rehendên û aliyên xwe hene, aliyê yekê rehendek teknîkîye û aliyê wê ya duyan rehendek siyasî ye, dema ev şilqandin û têkhejiyana li îraqê pêkhatî zû neyê çareserkirin dê bandoreke xerab liser şerê li dij DAIŞê hebe.

Herwiha Jano dibêje, ev alozî dê bandoreke xerab ya raste rast li ser rewşa herêma kurdistanê û rizgarkirina Musilê jî bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:11:44 0:00

XS
SM
MD
LG