Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj:Hêvî û Alozîyên Hilbijartinên Perlemanê Îraqê


Biryar e li 10 meha 10 dengder li tevaya Îraqê ber bi sindoqên hilbijartinan biçin bo destnîşankirina perlemaneka nû, li demekê nakokîyên aliyên siyasî di navbera pêkhatên Îraqê de li bilintirîn ast da ye ku renge bibine sedema sixtekarîyan di proseya dengdanê de.

Komisyona Serbixew ya Hilbijartinên Îraqê dibêje tevaya pêngavên hilbijartineka saxlem û azad têne havêjtin ji wana bikaranîna sîstemê Boimetrî, weko bersiv bo daxuyaniya nûnera Netewên Yekgirtî Jeanine Plasschaert ku divê ewlehî û azadiya hilbijartinan bête parastin.

Rewşa Herêma Kurdistanê digel ya Îraqê ne gelek cuda y. Aliyên siyasî nakok in li haman dem de jî bang bo yekrêzîyê dikin, bi hêvîya beşdarbûneka zortir. Lê qeyranên siyasî û rewşa aboriya xirab renge bandorê li ser beşdarbûna xelkê Herêmê bike û li dawiyê dengê Kurdan di nav perlemanê Îraqê de lawaz bike.

Bernamê Tîrêj zêdetir li ser vê mijarê rawesta digel birêz Fehmî Selman berbijarê PKD li Duhokê, birêz Selman bawer dike ku "ji ber nebûna bawerên demokrasî dengdan li ser binemayê netewî, olî û nijadî dête dan" herwesa berbijarê serbixew Adil Sêx Ferman nûnerê parêzgeha Nînewa, birêz Ferman dibêje, çareserîya aloziyên dinav bera Hewlêr û Bexda wê bi baş bo deverê Êzidîyan vegere" herwesa got, ewî gelek bawerî bi sîstemê Boimertî nîne bo pêkanîna hilbijartinên rewa.

Tîrêj 6-12-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:33:01 0:00


XS
SM
MD
LG