Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Îraqê Dengdana ser Posta Serokomar Paşve Xist


Dîmenek ji rûniştina yekê ya parlemana Îraqê li 9'ê Rêbendana 2022'an.
Dîmenek ji rûniştina yekê ya parlemana Îraqê li 9'ê Rêbendana 2022'an.

Parlemana Îraqê îro Duşemê dengdana ser hilbijartina serokomarê welêt bi demeke nedîyar paşve xist piştî ku piranîya komên sîyasî yên serekî rûniştin boykot kir.

Biryara paşvexistinê hat piştî ku tenê 58 endamên parlemana 329-kursî li rûniştina Duşemê amade bûn. Heta ku civîneke parlemanê bi awayekî asayî bi rê ve biçe, divê bi kêmî 219 parlemanter amade bin.

Lê biryara parlemanê nîşan dide ku alozîyên sîyasî di navbera alîyên Îraqî de nikarin heta nikarin rêyeke lihevkirinê peyda bike, da ku serokomar were hilbijartin û ew jî bi erka damezrandina hikûmeta nû rabe.

Cudabîrîyên Kurdan

Li gor lihevkirina alîyên sîyasî yên Îraqî, divê hergav serokomar Kurd be. Serok her çar salan ji alîyê parlemanê ve tê hilbijartin û serokomarê heyî Berhem Salih e.

Lê, partîyên Kurdan ser wekî carên berê ser berbijarekî hevbîr nebûye. Her du partîyên serekî yên Kurdan: Partîya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) nema pêgirîyê bi rêketina xwe ya stratejîk tînin ku di salên berê de li ser berbijarî li hev dikir.

YNK, ku li nav parlemanê xwedîya 17 kursîyan e, bi awayekî fermî berbijartîya Salih bo gereke din ragihandîye. PDK ya bi 31 kursîyan jî Hoşyar Zêbarî wekî berbijarê xwe daye pêş.

Lê, dadgeha bilind ya federal ya Îraqê do Yekşemê biryar da ku namzetîya Zêbarî bi awayekî demkî rawestîne, jiber ku hinek gilî li dijî wî ji alîyê çend parlemanteran ve hatiye rakirin.

Li gor biryara dadgehê, divê berbijartîya Zêbarî were rawestandin heta ku vekolîn di van dozên girêdayî gendelîyê de werin dawî kirin.

Kê boykot kiriye?

Boykotkirina rûniştina Duşemê ji alîyê mezintirîn fraksyona parlemanê ve, fraksîyona Muqteda el Sedr, ya xwedîya 73 kursîyan jî hate kirin. Ji bilî PDK’ê, Hevpeymanîya Serwerî ya bi serkêşîya Serokê Parlemanê Mihemed el Helbûsî ve, ku 51 kursîyên wê hene, rûniştina parlemanê boykot kir.

Ji bilî van partîyên hevalbend, koma Çarçoveya Hevkarî jî, ku tê de çend partîyên Şîa yên piştgirîya mîlîşyên Heşd el Şehbî dikin hene, got ku divê rûniştina parlemanê jiber alozîyên sîyasî yên heyî pêk neyê.

Qonaxa Paştir

Heta ku serokomarek neyê hilbijartin, dê rewşa sîyasî li Îraqê wiha bimîne jiber ku piştî ku serokomar ji alîyê parlemanê ve hate hilbijartin, 15 roj pê re hene ku awayekî fermî serokwezîrekî ser bi mezintirîn fraksyona parlemanê bi nav bike, ku ew jî kabîneya hikûmeteke nû bijêre.

Serokwezîr, ku divê ji pêkhateya Şîa be, divê di nav mehekê de hikûmeta xwe damezrîne.

Fraksyona Sedr dibêje ku kursîyên ku ew kontrol dike têra wê yekê dike jibo pêkanîna “hikûmeteke piranîya niştimanî.”

Lê, Çarçoveya Hevkarî dozek li cem Dadgeha Bilind vekirîye ku wê wekî fraksyona herî mezin ya parlemanê nas bike.

Lê dadgehê ev daxwaz red kiriye û dibêje ku ew nikare niha vê biryarê bide jiber ku mezinbûna fraksyonên parlemanî dibe ku werin guhertin.

XS
SM
MD
LG