Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Petrolê: Îraq Rojê Du Milyon Bermîlên Petrolê Hinarde Dike

Arşîv: Zevîyên petrolê yên (Bin Omar) li Besra, Îraq.
Arşîv: Zevîyên petrolê yên (Bin Omar) li Besra, Îraq.

Wezîrê Petrola Îraqê, Basim Mihemed îro Înê got ku hinardekirina petrola Îraqê ji destpêka Tebaxê ve gihîştîye 2 milyon bermîlan di rojê de.

Ajansa Reuters ragihand ku, roja Înê, 14'ê Tebaxa 2026'an, Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xuzeyîr, di civîneke çapemenîyê ya hevbeş de bi Parêzgarê Besrayê Ese’d Îdan re ragihand ku Êstgeha Gazê ya Navendî (CPP) li zeviya petrolê ya ‘Feyha’ dest bi xebatên hilberîna gazê jî kiriye.

Êstgeh xwedî kapasîteya hilberîna 130 milyon pêyên sêcarkî ya gazê di rojê de heye, di heman demê de zevîya Feyha rojane 100,000 bermîlên petrolê berhem tîne.

Wezîrê Petrolê got, "Îraqê astê hilberîna petrolê bilind kirîye, ji destpêka vê meha Tebaxê ve, her rojê 2 mîlyon bermîlên neftê hinarde dikin."

Wezîr got jî ku karek hevbeş tê kirin li ser daxwaza Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî da ku li hemî parêzgehan hilberîna gaz û neftê were zêde kirin.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê got ku çar tankerên petrolê niha li benderên Faw û Besra amade ne, da ku petrola xav a Îraqê hinarde bikin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî serdana Serokwezîr Elî Zeydî bo Washington û hevdîtinên bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û kompanîyên Amerîkî re, Îraq dixwaze hinardekirina petrolê zêde bike.

Di hefteyên dawî de Îraqê ligel çendîn kompanîyayên Amerîkî girêbestên bi hevre karkirinê îmze kirine, di nav de kompanîyên pispor di sektora pîşesazîya petrolê de.

This item is part of
XS
SM
MD
LG