Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn di Avakirina Kerta Perwerdeya Îraqê da Rolek Mezin Dibîne


Xwendina bi zimanê Çînî û belavkirina pirtûkên zimanê Çînî li Zanîngeha Salahaddin li Hewlêr .19/01/ 2021.
Xwendina bi zimanê Çînî û belavkirina pirtûkên zimanê Çînî li Zanîngeha Salahaddin li Hewlêr .19/01/ 2021.

Çîn roleke girîng di jinûve akirina navendên perwerde û xwendinê de li Iraqê dibîne û gelek hewl dide ku bêhtir xwendekarên Îraqî vegerîne polên xwendinê bi rêya avakirina dibistanan.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, sîstema perwerdehiya Iraqê ji ber şer û aloziyên civakî û aborî bi salan rastî ziraran hatîye.

Bi mîlyonan zarok li dervayê dibistanên asayî dimînin, jiber ku hejmarek zêde ya dibistanan ji encama şer û aloziyên li wî welatî ji kar ketine û wêran bûne.

Dibistanên giştî yên Iraqê li Rojhilata Navîn di nav dibistanên herî wêran û qelebalix da ne. Ev qerebalixiya zêde bûye sedem ku gelek xwendekar dakevin kolanên Bexdayê ji bo protestokirina têkçûna xwendinê û nebûna derfetên kar.

Xwendekar Amîr Rayîd dibêje "Li dibistanên me di her polê de herî kêm 46 xwendekar hene û ev yek ji bo polekê pir zêde ye. Xwendekar fêrî tiştekî nabin."
M. Mehmûd, xwendekarek din, got: "Vîrûsa korona di sala 2020an de hat. Wê rewşa perwerdê dijwar kir. Em li malê man madeyên hatine dan, tiştek jê nehat fam kirin."
Hikûmeta Iraqê hewl dide jinûve van pirsgirêkan çareser bike lê ji ber aborî û nebûna bûdceya niştimanî astengî hene.

Arşîv: Profesroke waneyan dide xwendekarên beça aborî li zanîngeha Bexda 16/ 03/2009.
Arşîv: Profesroke waneyan dide xwendekarên beça aborî li zanîngeha Bexda 16/ 03/2009.

Heyder Farouq al-Saadon, peyvdarê wezareta perwerdeya Îraqî got "Îro dema ku em behsa rewşa xirab ya sîstema xwe ya perwerdehiya giştî dikin, ji ber zêdebûna nifûsa me, bandora şer, nebûna ewlehiyê û wêrankirina dibistanan, gelek daxwazên giran hene. Di dibistanên me de qerebalixiyeke zêde heye."

Hikûmeta Îraqî plan kirîye ku heta sala 2030 8,000 dibistanên nû ava bike ji bo kêmkirina qerebalixiya dibistanan û di Kanûna borî de girêbestek bi Çînê re di vî warî de îmza kir. Li gorî peymanê, 'PowerChina' û 'Sinotec' dê di nav du salan de 1000 dibistanan ava bikin.

Ev 1,000 dibistanên li jêr palan avakirinê ne, ketine di qonaxa yekê de, ji projeya sê qonaxî de ji bo nûavakirina sîstema perwerdehiya Iraqê li seranserî welat.
Heyder got "Projeya Çînê dê berdewam be li ser avakirina 5 hezar heta 7 hezar dibistanên din, lê projeya destpêkê ya ku ji aliyê Serokwezîrtiyê ve hatiye ragihandin di qonaxa yekem de ye û bingehê 1000 dibistanên yekem hatiye danîn.

PowerChina û hevkarên din yên navneteweyî dibistanek li Seyîdîyê li rojavayê Bexdayê ava dikin da ku alîkariya zarokên bêpar ji xwendinê bikin li wê herêmê.

Jîder: Reuters

XS
SM
MD
LG