Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zeydî Behsa Rakirina Sizayên Amerîkayê li ser Heft Bankên Îraqî Dike

Elî Zeydî, Serokwezîrê Îraqê.
Elî Zeydî, Serokwezîrê Îraqê.

Ofîsa serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê û Banka Navendî ya Îraqê gihîştine rêkeftineke darayî ya hevbeş ku dê rê bide heft bankên Îraqî bi dolarên Amerîkî danûstandinê bikin.

Ofîsa Zeydî îro Şemîyê di daxuyanîyekê de got ku ev rêkeftin beşek ji serdana fermî ya serokwezîr Zeydî bo Washingtonê bû ku vê hefteyê pêk hat.

"Banka Navendî ya Îraqê pabendbûna xwe ya ji bo berdewamîya nirxandinên berfireh ên hemû bankên Îraqê û xurtkirina çarçoveya çavdêrîyê ji bo misogerkirina pabendbûna domdar bi pîvan û pêdivîyên rêveberîyê yên navneteweyî, rûbirûbûna rîskan û şerê li dijî şûştina pereyan û fînansekirina terorîzmê ji nû ve piştrast kir," daxuyanîya ofîsa Zeydî got.

Di daxuyanîyeke din de, Zeydî peymana di navbera Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê û Banka Navendî ya Îraqê de wekî "gaveke girîng" ji bo reformkirina sîstema bankî ya Îraqê û girêdana wê bi sîstema darayî ya cîhanî bi nav kir.

Zeydî got ku ev gav "nîşana serkeftina rêça reformên darayî ye ku ji hêla hikûmetê ve tê şopandin, û dê bawerîya bi sektora bankî ya Îraqê xurt bike û perspektîfan ji bo geşedana aborîya niştimanî û weberhênanê veke."

Wezareta Enerjîyê ya Amerîkayê îmzekirina peymanên bi nirxê 60 milyar dolarî di navbera hikûmeta Îraq û kompanîyên Amerîkî de ragihand.

Wezîrê Enerjîyê Chris Wright roja Înê got: "Kûrkirina hevkarîya enerjîyê ya Amerîka-Îraqê dê siberojeke ewletir, geştir û enerjîyeke bêtir ji bo Amerîka, Îraq û cîhanê peyda bike."

This item is part of
XS
SM
MD
LG