Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zeydî: Em bi Armanca Avakirina Hevpariyek Aborî Bihêz Ber bi Washingtonê ve Diçin

Iraq President
Iraq President

Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî îro ragihand ku ew serokatiya şandeka piralî ya hikûmî û aborî ber bi paytexta Amerîkayê, Washingtonê ve bi rê ketine.

Zeydî di peyamekê de li ser Xê eşkere kir ku armanca vê serdanê ew ku têkiliyên bihêz ên navbera Îraq û Amerîkayê ye bo hevpariyek rasteqîn ên aborî û weberhênanê, da ku asoyên berferehtir ji bo hevkariyê di warên enerjî, teknolojî, jêrxane, aboriya dîjîtal û fînansekirina projeyan de vebibin.

Serokwezîrê Îraqê tekez li ser wê yekê kir ku armanca wan a serekî û zelal rênîşandana weberhênanên biyanî ye bo nav welêt, herwiha veguhastina ezmûnan, pirrengkirina çavkaniyên aborî û afirandina derfetên nû yên kar e.

Zeydî diyar kir ku ev pêngav dê wek piştgiriyeka mezin be bo karwanê geşepêdanê, û dê pêgeha Îraqê wek hevparkî pêbawer û bibe fakterekî çalak di dabînkirina aramî û geşbûna navçeyê û wê bihêz bike.

Hêjayî gotinê ye ku El-Zeydî, beriya ku bigihêje Washingtonê, di gotarekê de ku di rojnameya "Washington Post"ê de hat weşandin, dîtina xwe ya derbarê serdana xwe ya yekem a bo Amerîkayê eşkere kir û got: "Ez dixwazim têkiliyan ji birêvebirina qeyranan veguherînim bo afirandina delîve û fersendan, bi taybetî fersendên aborî yên xwedî bandorek bihêz û berçav."

Wî tekez kir ku 30ê Îlonê, anku dema bidawîbûna erka hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê, divê bibe destpêka hevkariyeke berfireh bi Amerîkayê re ku li ser bingeha weberhênan, enerjî, teknolojî û perwerdeyê be, ne tenê di warê ewlehiyê de sînordar bibe.

Di gotara xwe de, El-Zeydî herwiha got ku di nav kêmtirî şêst rojan de, hikûmeta wî di bêçekkirina hejmarek komên çekdar û vekirina derî ji bo entegrebûna wan di nav saziyên dewletê de pêşketin bi dest xistiye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG