Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Îraqiye Parlamentoya Îraqê Boykot dike


Ayad Allawî, Serokê Lîsta El Îraqiye.

Lîsta El Îraqiye, ku Sunnî piştgîriya wê dikin, parlamentoya Îraqê boykot kir.

El Îraqiye radigihîne ku sedema biryara wan bo boykotkirina parlamentoyê, kontrolkirina postên girîng yên parastinê ye ji layê Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî ve, ku Şîe ye.

Ev biryara El Iraqiye, du rojan piştî belavbûna raportên nûçeyan e ku radigihînin fermana girtina Cîgirê Serokê Îraqî Tariq El Haşimî hatiye dan. Haşimî Sunnî ye.

Serokwezîrê berê Ayad Ellawî rêberatiya lîsta El Îraqiye dike.

XS
SM
MD
LG