Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alozîya Kurdan ya Ser Posta Serokomarîya Îraqê Didome

Dîmenek ji parlemana nû ya Îraqê.
Dîmenek ji parlemana nû ya Îraqê.

Alozî û pirsgirêkên navbera her du partîyên serekî li Herêma Kurdistana Îraqê, Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), derbarê posta serokomarê Îraqê berdewam dikin.

Li gor destûra Îraqê, divê serokkomar berî 8’ê Sibatê were ragihandin da ku bi erka xwe ya damezrandina hikûmeta Îraqê ya nû bike. Posta serokomar ji mafê Kurdan e, lê heta niha alîyên Kurdî ser berbijarekî rêk neketine.

PDK dibêje jiber ku wê di nav partîyên Kurdan de, kursîyên herî zêde bi dest xistine (31 kursî), divê ew berbijarekî jibo posta serokomarîyê deyîne.

Lê, YNK ya bi 17 kursîyan dibêje ku ji dema ku rêketina stratejîk ya navbera wê û PDK’ê de, ku berî 15 salan hatiye îmza kirin, ev post ji mafê YNK’ê ye û divê wisa bimîne.

YNK bi awayekî fermî serokmarê niha Berhem Salih bo çar salên din di wê postê de dide pêş û PDK’ê jî Hoşyar Zêbarê wekî berbijarê xwe dîyar kiriye. Lê tevî gotûbêjên berdewan, hîn jî her du alî ser ser yek namzetê li hev nekiriye.

Çavdêr dibêjin ku ev alozîyên di navbera du partîyên mezin yên Kurdan bandoreke neyênî li helwest û berjewendîyên Kurdan li Bexdayê dikin, bi taybetî ku partîyên Kurd ne bi yekdengî li Bexdayê dixebitin.

Di vê çarçoveyê de, siyasetvanê Kurd yê navdar Mehmûd Osman dibêje ku divê PDK û YNK civîneke berfireh li dar bixin jibo daxwazên Kurdan li Bexdayê bikin yek.

“Karê Yekîtî û Partî ew e ku ligel partîyên din yên (Herêma Kurdistanê) kombûneke berfireh pêk bînin, ku tê de kesên serbixwe û pispor jî beşdar bin, da ku hevbîr bin ku Kurd çi dixwazin û çi naxwazin. Ne girîng e ev post ya kê be, lê ya girîng ew e ku daxwazên gel kom bikin û bi şandeyekê biçin Bexdayê li ser wan gotûbêjê bikin,” Osman ji Dengê Amerîka re got.

Siyasetvanê Kurd anî zimên ku partîyên Herêma Kurdistanê bi pirsgirêka “posta serokomarê Îraqê xwe pir mijûl kirine û gelekî paş ketine. Rewşa me Kurdan di sala 2010’an de pir baştir bû. Wê çaxê rêketina me hebû. Belgeyeke me ya Kurdî hebû ku ji 19 xalan pêk dihat, lê niha tiştekî wisa tune ye û her alîyek li dijî alîyê din kar dike.”

Hinek çavdêrên din jî dibêjin ku pêdivî bû posta serokomarê Îraqê ji alîyekê kesekî teknokrat ve were dagirtin.

Mesûd Ebdulxaliq, berpirsê dezgeha Standard ya ragihandinê li Hewlêrê, derbarê vê yekê ji Dengê Amerîkayê re peyîvî.

“Tevî ku posta serokomarîyê di warê desthilatê de sînordar e, ev post parastina destûrê dike û jiber wê yekê jibo Kurdan girîng e.”

Ebdulxaliq hêvî dike ku li şûna ku sê şande herin Bexdayê û danûstandinan bikin, divîya bû Kurd yekdeng bin.

"Berê alîyên sîyasî yên Îraqê serdana Hewlerê dikirin jibo razîbûna hêzên sîyasî yên Kurdan bixwazin, lê niha mixabin ev yek tersî wê ye û Kurd bi şandeyên cuda diçin Bexdayê.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG