Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda Derketina Xwepêşandanên Dijî Proje Yasaya Hilbijartinê


Protestoyên li Îraqê
Protestoyên li Îraqê

Bi sedan xwepêşander li Bexdayê daketin kolanan û nerazîbûna xwe li dijî proje yasaya hilbijartinan bilind kirin, ku mezinbûna navçeyên hilbijartinan yên welêt zêde dike, ku weke yasya yek bazneyî tê naskirin.

Yasaya heyî, ku li gorî wê hilbijartinên sala 2021ê hatin kirin, her yek ji 18 parêzgehên welêt dike çend navçe û bazneyên hilbijartinê.

Qanûn, ku daxwazek sereke ya bi sed hezaran xwenîşanderên ku di dawiya sala 2019an de daketin kolanan bû, hate dîtin ku şansek çêtir dide berendamên serbixwe ji bo serketinê di hilbijartinan de.

Di salên 2019 heta 2020ê jî bi sed hezaran welatiyên Îraqî daketbûn kolanan ku pirraniya wan xort bûn daxwaza wekhevî, nehiştina gendelîyê, nehiştina grûpên çekdar û milîtanên girêdayî hêzên siyasî û xizmetkariyên giştî bûn, di wan xwepêşandan de bi sedan kes hatbûn kuştin û bi hezaran birîndar bûbûn.

Ji encama wan xwepêşandanan sala 2021ê hilbijartinên pêşwext li Îraqê hatin kirin û Mustefa Al Kazimî bû serokwezîr, wî soz dabû xwepêşanderan ku çaksaziyan encam bidin û bikujên xwepêşanderan siza bidin.

Hefteya borî parlemana Îraqê proje yasaya hilbijartinan gotûbêj kirin û pirsa ku her parêzgeheke Îraq bibe yek bazneya hilbijartinê, ev yek bi dilê gelê nerazî nebû, jiber ku dê şansa berendamên serbixwe û serkeftina wan di hilbijartinan de kêm bike.

Parlamenterên serbixwe yên ku li dijî pêşnûmeyê nerazîbûn nîşandan û rûniştina parlementê terk krin, rûniştina ku ji ber kêmasiya hejmarê bê encam bidawî bû.

Li Bexdayê Xwepêşandan li Dij Proje Yasaya Hilbijartinê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:10 0:00
XS
SM
MD
LG