Îro Yekşemê paytexta Îraqê Bexda di nav tedbîrên ewlehîyê yên gelekî dijwar de bû digel vegara xwepêşander û çalakvanan bo Qada Tehrîrê bi armanca vejandina salvegera heftemîn a nerazîbûnên girseyî yên Tişrînê, ku di sala 2019'an de ji bo daxwaza çaksazîyên siyasî, şerê dijî gendelîyê û başkirina asta jiyan û xizmetguzarîyan dest pê kiribûn.
Ji sibehê ve komên ciwanan berê xwe dane navenda bajêr, û hêzên polîs û parastina yasayê li dora qadê û kolanên nêzîk bi berfirehî belav bûn da ku kontrola rewşê bikin.
Xwepêşander daxwaza peydakirina derfetên kar, baştirkirina xizmetguzarîyên giştî û cezakirina berpirsên kuştina Xwepêşander û çalakvanan dikin. Herwiha ev nerazîbûn li dijî bilindbûna nirxê dolar, zêdebûna bacan û afirandina postên nû yên hikûmetê ku bargiranîyê li ser budceyê çêdikin jî di nav xwe de digirin.
Xwepêşanderan alayên Îraqê bilind kirin û dirûşmên wekû "Îran derve derve, Tişrîn dê azad bimîne" bilind kirin.
Ji alîyê din ve, Serokwezîr Elî Zêydî şeva borî civîna ya Hevpeymanîya Birêvebirina Dewletê bi amadebûna hersê serokên desthelatîya Îraqê encam da. Li gor daxuyanîya hevpeymanîyê, di civînê de hat tekezkirin ku mafê derbirîna ramanê û xwenîşandanê di destûr de garantîkirî ye û divê bersiva daxwazên rewa yên welatîyan bê dan.
Lê di heman demê de, Hevpeymanîyê hişyarîyeke tund da ku divê rêz li yasayê bê girtin û rê li ber girtina kolanan, zirargihandina li milkên giştî û binpêkirina ewlehîya welatîyan bê girtin.