Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê Xwepêşanderek Tê Kuştin û wê Dengdan li dor Destberdana ji Kar a Ebdulmehdî Bibe


Iraq Protests
Iraq Protests

Berpirsên Îraqê dibêjin xwepêşanderek ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li Bexdayê hate kuştin di tundûtijiya welêt a berdewam de, di demekê de ku pêşbîne parleman deng li dor erêkirina destberdana ji kar a serokwezîr Adil Ebdulmehdî bide.

Berpirsên ewlekarî û tenduristî ku nexwestin navên xwe diyar bikin, got xwepêşandereke hate kuştin û yek birîndar bû li cadeya Reşîd a dîrokî ya Bexdayê, dema ku hêzên ewlekariyê çekdên zindî bikar anîn ji bo belavkirina xwepêşanderên ku dixwestin xwe bigihînin pira Ahrar a ku digihe parleman û hin avahiyê din ên hikûmetê.

Li başûrê welêt xwepêşanderan rê girtin.

Xwepêşandanên dijî hikûmetê ku xwendekar û mamoste jî tevlî wan bibûn, her wiha li bajarê Besra jî bûn.

Xwepêşanderan li ser kuştina hevalên wan ên ku di çend rojên bûrî de li parêzgehên Necef û Zî Qar, cilên reş li xwe kirin .

XS
SM
MD
LG