Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê 5 Kesên Din di Xwepêşandanan de Têne Kuştin


Li Bexdaya paytexta Îraqê îro Şemiyê dîsa pevçûn di navbera polîs û xwepêşanderan de derketin holê û 5 kesên din hatin kuştin, di demekê de ku hêzên ewlekariyê hatin belavkirin da ku nehêlin xwepêşandan bigihin meydanên sereke yên bajêr.

Polîs û çavkaniyên tenduristî jimara qurbaniyan ragihand piştî tundûtijiya çend rojan ku di encamê de herî kêm 81 kes hatin kuştin, li gor Reuters.

Komisyona nîv fermî ya Îraqî ya Mafê Mirov gotibû ku jimar kuşûtiya 94 kesin.

Peyamnêrên Reuters got sekvanên polîs xwepêşander gullebaran kirin û jimarek kes li rojhilatê Bexdayê birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG