Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqî ji bo Piştgiriya Xwepêşandanan Riyan Digrin


Xwepêşanderên Îraqî îroYekşemê li Bexdayê rê girtin da fişarê bidin ser hikûmetê ku dest ji kar berde.

Xwepêşanderan bi şewitandina tekeran û têlên rêsayî riyek girt û li ser tabloyekê nivîsandin ku” rê bi ferman gel hatiye girtin.”

Diyar e xwepêşanderên Îraqê tektîka girtina riyan ji xwepêşanderên Libnanê girtine ku ew bi awakî berferh riyên sereke di xwepêşandanên xwe de digrine.

Di çend rojên borî de, bi dehan hezar xwepêşander li meydana navendî ya Tehrîr a Bexdayê û seranserî başûrê Îraqê kom bûn û daxwaza çakirina sîstema siyasî ya ku piştî destêwerdana Amerîka sala 2003an ava bûyî, kir.

Bi hezaran xwedekar dibistanên xwe bicih hîştin û tevlî xwepêşandanan bûn. Wan aliyên siyasî bi gendeliytê tawanbar kirin.

Hêzên ewlekariyê di bersivdana xwerpêşanderan de çekên zindî û gazên rondikrêj bikar anîn û di encamê de ta niha 250 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG