Di çarçoveya serdana xwe ya Moskowê de, Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Îraqê Qasim El E’recî, rewşa endamên Daişê yên ji Sûrîyê hatine veguhestin bo Îraqê ligel karbidestên Rûsyayê gotûbêj kir.
Ajansa Niştimanî ya Îraqî bo Nûçeyan ragihand ku El E'recî îro Çarşemê ligel hevtayê xwe yê Rûs Sergei Shoigu li paytexta Rûsyayê behsa mijarên rûbirûbûna terorîzmê û hevkarîya ewlekarî kirin.
Piştî ku di destpêka 2026'an de şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk derketin, Îraq razî bû ku girtîyên Daişê yên biyanî ji kamp û girtîgehên bakurê rojhilatê Sûrîyê veguhezin bo Îraqê. Di nav wan de 147 kes hene ku îdîa dikin welatîyên Rûsyayê ne.
Ofîsa El E’recî diyar kir ku Îraq hewl dide ji bo kêmkirina alozîyê li Rojhilata Navîn û helwesta welatên ku piştgirîya dawîkirina şer û pevçûnan dikin bilind dinirxîne.