Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîrovekar: Biryara Sedir Peyameke Hêzdar bo Hemû Grûpên Çekdar li Îraqê ye

Rêberê Oldar yê Îraqî Muqteda El-Sedir
Rêberê Oldar yê Îraqî Muqteda El-Sedir

Rêberê oldar ê Şî'e Muqteda El Sedir cudabûna tevahî ya koma çekdar Seraya El Selam ji "Tevgera Şî’e ya Neteweyî" ragihand û biryar da ku wan tevlî hêzên dewletê bike.

Sedir îro Çarşemê di daxuyanîyekê de got ku ev biryar "ji ber berjewendîya giştî ya neteweyî û ji bo dûrketina ji metirsîyên ku li ser welêt hene" tê. Wî destnîşan kir ku sazîyên sivîl ên bi Seraya El Selam ve girêdayî dê veguherînin "Pêkhateyeke Xweragir" bêyî ku çek di destan de hebe.

Sedir bang li alîgirên xwe kir ku "ji fermanên partîzanî û mezhebî dûr bikevin."

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, ku fermandarê hêzên artêşa Îraqê ye, pêşwazî li biryara Sedir kir û ew girîng nirxand.

Zeydî li ser platforma X'ê got "Ew helwesta niştîmanî ya bi berpirsyarî ya rêberê tevgera Sedir, birêz Muqteda El Sedir bilind dinirxînin ku wî biryar da hemû alîgirên xwe û Seraya El Selam tevlî dewletê bike."

Derbarê vê biryarê, pisporê karûbarên Îraqî Dr. Îsam Feylî ji Dengê Amerîka re got: "Ev biryara birêz Sedir, serpişka hemû daxwazên wî ye, ji bo hilweşandina hemû hêz û grûpên çekdar ên ji derveyî çarçoveya dewletê tev digerin, di nav de jî yên ku demên taybet de wekî şerê li dijî Daişê û di rewşên din de hatine damezirandin."

Feylî herwiha got ku "Biryara îro ya Sedir peyamek e ji bo ku di hikûmeta niha de her tişt bo dewletê vegere."

Şîrovekarê siyasî dibîne ku biryara nû ya Sedir "Peyameke hêzdar e bo wan grûp û hêzên çekdar ên ku behaneyan tînin û dibêjin: "Emê xwe hilneweşînin heta ku Muqteda el Sedir grûpên xwe yên çekdar hilweşîne. "

Feylî got ev biryar "xwendineke ji siberojê re ku Îraq bi ti behaneyekê neyê armancgirtin."

Hêjayî gotinê ye ku li Îraqê bi dehan grûpên çekdar hene û li derveyî siyaseta giştî ya dewlet û hikûmeta Bexdayê tevdigerin û çalakîyan dikin. Ev yek pir caran bûye sedema rexneya karbidestên Amerîkî, bi taybet di demên dawî de ku hinek ji grûpên ser bi Îranê ve êrîş birine ser berjewendîyên Amerîka li Îraq û seranserê herêmê.

Hikûmeta Amerîkî hin ji wan grûp û rêberên wan xistine lîsteyên teror û sizayan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG