Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqê Dengdana Ser Cezakirina Têkilîyên Hemzayendî Paş Xist


Dîmenek ji dengdanek li Parlamena Îraqê,11 Tîrmeh,2023.
Dîmenek ji dengdanek li Parlamena Îraqê,11 Tîrmeh,2023.

Parlamena Îraqê îro Duşemê dengdana ser guherîna qanûna dijî laşfiroşîyê yan fihûşê paşde xist, ku di nav de jibo têkilîyên seksî yên hevzayendî cezayê darvekirinê yan jî zindankirina hetahetayê jî heye.

Di guherîna qanûnê de, jibo her kesê ku di têkilîyên hevzayendî re bin yan jî her kesê ku jina xwe bi yekî din re jibo armancên seksî pevbiguherîne, cezayê heta hetayê yan jî cezayê darvekirinê, tê pêşnîyar kirin.

Herwiha, qanûn teşwîqkirina hemcinsî jî qedexe dike û binpêkirina wê herî kêm heft sal cezayê girtîgehê tîne.

Dengdana ser guherîna qanûna dijî laşfiroşîyê, rojeva dudyê ya civîna îro ya Parlamena Îraqê bû.

Lê, li gor ragihandina du parlamenan, dengdan hatiye betal kirin, jiber tengasîyên demê û ne hevbîrnebûnên ser hin xalên qanûnê.

Li Îraqê bo niha, hevzayendî ne tawaneke penasekirî ye, lê bendên exlaqî yên di qanûna bingehîn bo givaştina ser mirovên LGBT têne bikar anîn.

Partîyên mezin yên Îraqî ji sala borî ve, rexneyên ser mafên LGBT zêde kirine, digel ku gelek caran di xwepêşandanan de alên rengîn ji alîyê alîyên konservatîfên Şîa yên desthilatdar û opozîsyonê hatin şewitandin.

Dîplomatên sê welatên Rojavayî ragihandin ku ji karbidestên Îraqî xwestine ku guherînên di vê qanûnê de derbaz nekin, jiber fîkarên mafên mirovan.

Herwiha wan dane zanîn ku qanûneke wiha di warên siyasî de wê xebata bi Îraqê re dijwar bike, dema Bexda hewl dide îzolasyona xwe ya navneteweyî sivik bike.

Hejayê balkişandinê ye ku dengdan hat betal kirin, çend seat berî ku serokwezîr Mihemed Şîa al-Sudanî li Washingtonê bi serokê Amerîkî Joe Biden re bicive.

Li gor Our World in Data, niha zêdetirî 60 welatan tekilîya seksî ya hevzayendî wek sûc tê dîtin, dema li zêdetirî 130 welatan hemû kiryarên hevzayendî qanûnî ne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG