Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekem Hevdîtina Îraqê û Siûdî Piştî Êrîşên Amerîka û Siûdîyê li Ser Îraqê

Di yekem civîna asta bilind a di navbera her du welatan de piştî êrîşên Siûdî û Amerîkî li ser Hêzên Heşda Şe'bî yên Îraqê de, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Îraqê Fûad Hisên roja Çarşemê li Ammanê civiyan.

Wezareta Derve ya Siûdî li ser X'ê diyar kir ku herdu wezîran tekezî li ser giringîya misogerkirina wê yekê kir ku ax û şiyanên Îraqê nebin amûrek ji bo destdirêjîyê li dijî cîranên wê.

Wezareta Derve ya Îraqî ragehand ku herdu Wezîran li ser amadekarîyên taybet ji bo serdana şandeya ewlehîyê ya Îraqê bo Erebistana Siûdî axivîn.

Wezîrê Derve yê Îraqê, Fûad Hisên, li ser X'ê ragihand ku di civîna xwe bi wezîrê Siûdî re, li ser amadekarîyên serdana bê ya Serokwezîrê Îraqê, Elî Zeydî, bo Siûdîyê, gotûbêj kirine.

Hefteya borî Erebistana Siûdî û Amerîkayê êrîş kirine ser grûpên çekdar yên girêdayî Îranê, di encamê de 5 Îranî û 20 çekdar ên Îraqî, hatin kuştin.

Ew êrîş piştî wê yekê hatin ku Riyadê gelek caran ragihand ku ew li dijî êrîşên li ser sazîyên enerjîyê ku wan got çavkanîya wan komên çekdar ên girêdayî Îranê ne li Îraqê, derketine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG