Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Siyasî li Îraqê Û Astengiyên di Rêya Avakarina Hikûmetê de


Nûnerên Aliyên Siyasî di Parlemena Îraqê de
Nûnerên Aliyên Siyasî di Parlemena Îraqê de

Gelê Îraqê bi hemî pêkateyên xwe yên olî û etînkî ve, çaverêyî avakirina hikûmtek nû ne, lê aliyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne û kursî bidest xistine ne gihane tu encaman û lihevhatinan ji bo hilbijatina serokomarekî û paşî avakirina hikûmtek nû.

Sayîron ku bi Teyarê Sedriyan tê naskirin ji her aliyek din pitir kursî bidest xistbûn, ew banga hikûmteke pirranî dike û naxwaze rewşa berî 17 salên derbazbûyî dubare bike û hikûmteke piralî û sazane pêk bîne, weke rêberê wan kesayetiyê oldarê Şîa Motada Al Sadir pir caran ev yek di twîtên xwe de eşkere gotîye.

Şirvekar weha dibînin, eger ku serokomar di demek zû de neyê hilbijartin û kesek ji bo avakirina hikûmetê neyê destnîşan kirin, wî çaxî Îraq neçare car din hilbijartinan dubare bike.

Alî Oremarî, Çavdêrê Siyasî
Alî Oremarî, Çavdêrê Siyasî

Alî Oremarî çavdêrê siyasî ji bajarê Duhok gote dengê Amerîka "Lihev nehatina teyarê Sedrî û Çarçova hemahengiyê bi dîtina min ev xala yekê ye ku nîşan dide hikûmet nayê pêkînan, yan jî ew rêkeftin nayê dirûskirin."

Li dor nebûna hevkarî û yekdengîya aliyên Kurdî li Bexda bi taybet nakitkoyên di navbera PDK û YNKê de li ser posta Serokomariyê Oremarî dibêje,"Kurd bi vê serdederiyê ku yek tîm nebin li Bexda, helbet di nav her lîstekê da bin, kurd dê kemîne bîtin, weke mînak bêjim, eger kurd Yekgirtî bane, niha li Bexda hêza siyê ban, ji ber ku 65 kursî hene." Alî Oremarî dîsan got "Lê di niha da, hem Partî hêzeka kemîneye di wê hevpeymaniya sêqolî de, hem jî Yekîtî jî kemîneye di Çarçovê hemahengiyê de."

Rêna Jano, endamê berê yê parlemena Îraqê behsa astengiyên di rêya avakirina hikûmteke nû ya Îraqê de dike û dibêje,"Em dibînîn ku yê astengiyan dixin di rêya pêkanîna hikûmeta Îraqê da, ew berbijêrn hatîne diyar kirin, heta nihe kes ji wan cihê rezamendîya Îtara Tensîqî (Çarçoveya Hemahengiyê) nebûye."

Rênas Jano endamê berê yê Parlemena Îraqê- Lîsta PDK
Rênas Jano endamê berê yê Parlemena Îraqê- Lîsta PDK

Jano herwiha anî ziman ku ew ne geşbîne li gor rewşa niha ya li Îraqê dîmentê siyasî yê heyî roj bo rojê aloztir bibe, bi taybet eger roja 6ê Nîsanê tiştek bidest nexist ku dawîn mohlete bo desntîşan kirina Serokomarî.

Ji hejî bîrxistinê ye ku meha 10 ya sala par hilbijartinên Îraqê pêkhat bûn, lê heta niha hêzên siyasî li wî welatî ji bo hilbijartina serokomar û avakirna hikûmetek nû ne gihane tu encaman.

Eaporta Duhok 03 04 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:22 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG