Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elî Zeydî: Dadmendî ji bo Qurbanîyên Êzdî

Iraq President
Iraq President

Serokwezîrê Îraqê, Elî Zeydî, di salvegera komkujiyê rêxistina terorîst a DAIŞê li dijî Êzdîyan de, bîranîna qurbanîyan kir û got ku berpirsiyarîya li hember wan bi pêkanîna dadmendîyê, eşkerekirina çarenûsa kesên revandî û piştgirîya jinên rizgarbûyî tê cih.

Zeydî di daxuyanîyekê de li ser platforma X'ê îro Duşemê da xuyakirin ku dewletê dê berdewam be di avakirina nû ya Şengalê de û şertên vegera dilxwazî, ewle û bi rêz a penaberan dabîn bike.

Serokwezîrê Îraqê herwiha got ku dewlet dê mafên hemû welatîyên xwe garantî bike û dê berdewam be di parastina serweriya Iraqê, sînordarkirina çekan bi destê dewletê, têkbirina çavkaniyên gendeliyê û xurtkirina ewlehî, aramî, pêşveçûn û dadperweriyê de, da ku rê li ber dubarebûna van tawanan di pêşerojê de bê girtin.

Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Derve Fûad Hisên roja Duşemê piştrast kir ku hikûmeta Îraqê bala xwe daye mijara Êzîdiyan, û destnîşan kir ku wan planek ji bo vegerandina awareyan pêşxistiye.

Hisên îro, Duşemê 3’ê Tebaxê 2026’an, li Hewlêrê, di merasima bîranîna 12’emîn salvegera komkujiya li dijî Êzidiyan, li ser navê Serokwezîrê Îraqê, Elî Zeydî, li ser girîngiya parastina pêkhateyên Îraqê û dabînkirina dadê ji bo qurbanî û kesên ku berpirsiyarê van tawana in, tekez kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG