Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Îraqê Û Astengiyên li Bazneya Sê Ya Şengalê


Arşîv: Hilbijartinên Îraqê
Arşîv: Hilbijartinên Îraqê

Di çarçova hilbijartinên giştî li Îraqê kampeyna hilbijartinan hatiye destpêkirin û her berbijarek bangeşê jibo xwe dike û sedan kes di pêşbirkê dane, bo bi dest xistina dengên dengderan.

Herêma herî aloz û rewşek ne asyî heyî herêma Şengalê ye ku weke bazina Siyan ya hilbijartinan li parêzgeha Mûsil hatiye destnîşan kirin.

Berbijarên alî û partiyên siyasî her yek aliyê din derheqa naterbayiya heyî tawanbar dike. Rêjeya herî zêde ya Êzidiyên koçber di nava kampên koçberan dane li Herêma Kurdistanê, hin bebijarên aliyan gilî hene ku rê bi wan nayê dan ku herin nava kampan yên û bangeşa hilb ijartinan ji xwe re bikin.

Semîr Derwêş ji Partiya Azadî Ya Demkrat ya Êzidiyan yek ji berbijarên navenda bajarokê Şengalê ye gote Dengê Amerîka"Em li vêderê ne, li Şengalê, em nikarin dengê xwe bigehînin millet xwe, bi şêewek rasterast em nikarinbiçin kampanda ku îlama xwe bikin."

Semîr Derwêş, berbijarê Êzidî li Şengalê
Semîr Derwêş, berbijarê Êzidî li Şengalê

Derwêş dibêje, di dema 2018an jî em çûn, astengî ji me re derxistin, em niha jî nikarin eger em çûn di mûşkîla ji me re çûkin, heke em çûn. Semîr Derwêş dibêje em dengê di gehînin hikûmeta navendî ya Îraqê, em dengê xwe digehînin dewletan û her însanekî ku destê wî bikare bigihîje direkê, ew daxwaz dike yan xelkê Şengalê vegerînin yan jê rê bidin wan ew bikarin bangeşeya xwe ya hilbijartinan rasterast di nava xelkî de bikin.

Li aliyek din bebijara Êzidî ya ji Partî demokratî Kurdistan – PDKê ku berbijara bazina 3ê ya Şengalê ye, dibêje, ew jî heta niha nikarîne herin Şengalê û bangeşa hilbijartinan bikin ji eger kêşeyên siyasî, wê got"Berî niha em diçûn, dihatin, me tirsek nebû, tirs na, em ji kesekî natirsin, lê ewên niha hatîne li Şengalê rûniştîneû Şengal dagîr kirine, em ji wan natirsin.Ne seqamgîrî li wêderê çêkirine."

Viyan Dexîl parlementera berê ya Îraqê û berbijara hilbijartinan li Şengalê
Viyan Dexîl parlementera berê ya Îraqê û berbijara hilbijartinan li Şengalê

Viyan Dexîl hewriha dibêje, xelkê li wêderê jî nerihetin, hem em ji ne dikarin bi azadî herin weke kandî bi şêweke giştî herin Şengalê û propagenê ji bo bernamê xwe bikîn.

Sofiyan Al-Meşhedanî, berpirsê ragihandinê yê Komisyona Balay a hilbijartinan li ofîsa Nînewa weha dide xuyakirin ku wan rê vekiriye û her kesî mafê çalakiyên kempeyna hilbijartinan dane her kesî.

Al-Meşhedanî herwiha got ku her kes azade bangeşa hilbijartinan jibo xwe bike di çarçova yasaya hilbijartinan de.

Ji hejî bîrxistinê ye ku bazneya 3 ya hilbijartinan li Şengalê pêkhatiye ji; Nahiya Qehtaniye, Qeyrewan û navenda bajarê Şengalê, di bazinê de nêzî 60,000 dengder hene, û di kampên li herêmê de jî zêdetirî 12,000 denderên heman bazinê hene, 15 bernijêr di vê bazinê de kevin pêşbirkêya hilbijartinan de, di nava berbijêran de, 5 jin, 10 jî zilamin, zêdebarî 8 kesan yên Sistema "Kota" de hatine kandîd kirin.

Raporta Mûsil 08 09 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

XS
SM
MD
LG