"Em ê hevkariyeka siyasî û hevparîya aborî ya mezin ligel Amerîkayê ragihînin"; bi van gotinan Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî rê xiste ber serdana xwe ya giring a hefteya bê ya bo Washingtonê.
Çavdêrên Sîyasî û aborî dibêjin ku ev daxuyanî rasterast girêdayî ye bi planeka berfireh a Amerîkayê ku hewl dide nexşeya aborî ya Rojhilata Navîn ji nû ve ava bike, bi taybetî piştî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Sûrîyê Ehmed El- Şeri’ ya li Enqereyê û soza wî ya rakirina cezayan, û derxistina Sûrîyê ji lîsta welatên piştgirên terorê, dê derî li ber veberhênan û avakirina welat veke.
Îraq plan dike ku rêyeke nû di nav Sûriyê re veke ji bo hinardekirina petrolê, di demekê de ku metirsiyên ewlehiyê li Tengava Hormuzê zêde dibin.
Li gor çavkanîyan îro Bexda û Şam amadekariyan dikin ku di bin çavdêriya Amerîkayê de peymanek hevkariya aborî îmze bikin, ku hevdemî serdana Serokwezîrê Iraqê Elî El-Zaidî ya bo Washingtonê di hefteya bihêt.
Wezareta Petrolê ya Îraqê: Projeya Lûleyên Petrolê ya ber bi Banyas a Sûrî ve Hîn di Qonaxa Lêkolînê de ye
Selîm El-Rikabî Berdevkê Wezareta Nifta Îraqê gote Dengê Amerîkayê ku Îmzakirina paymanên teknîkî ligel Kompanyayên petrolê yên Amerîkî Chevron û Capital TI, taybetin bi projeyên lûleyên petrolê yên "Besre-Hedîse-Ceyhan" û "Hedîse-Banyas".
El-Rikabî diyar kir ku ev proje hîn jî di qonaxa lêkolînê de ye û tu girêbest an peymaneka fermî ya çêkirinê nehatiye îmzekirin.
Besam Berebendî: Nexşeya Nû ya Rojhilata Navîn li ser Bingeha Aboriyê Tê Avakirin
Li gor agahiyên Dîplomatê berê yê Sûriyê Bessam Berebendî, hefteya bê di navbera 13 heta 18ê vê mehê de dê civîneka pir giring li Washingtonê pêk bê. Di vê civînê de, Wezîrê Derve yê Sûrîyê Es'ed El Şeybanî û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, û şandeyên Amerîkî (di nav wan de kesên wek Balyoz Tom Barrack û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio) dê lihev bicivin daku rêkeftineka giring di vî warî de îmze bikin, ku ev yek dê rûyê herêmê bi awayekî erênî biguherîne.
Berebendî gote Dengê Amerîkayê ku nexşeya siyasî û cografî ya Rojhilata Navîn niha li ser bingeha berjewendiyên aborî ji nû ve tê avakirin.
Wî eşkere kir ku rêveberiya Amerîkayê bi giranî û rasteqînî kar dike ji bo avakirina hêleka nû ya borîyên petrolê di navbera Îraq û Sûriyeyê de ku bigihîje deryayê, û ev proje dê bi rêya weberhênan û kompanyayên Amerîkî birêve biçe.
Sînordarkirina Rolê Îranê
Bi dîtina Bessam Berebendî, damezrînerê Navenda Lêkolînê ya (Nexus)ê, armanca sereke ya vê projeya Amerîkî, parastina rêyên veguhastina petrol û gazê ye. Ev gav dê bibe sedema sînordarkirin û lawazkirina bandora Îranê li herêmê, bi taybetî li hundirê Îraqê, û parastina korîdoreka ewle ku welatên Kendavê û Libnanê jî lixwe digire.
Berebendî her wiha destnîşan kir ku pêdivîya vê planê bi hebûna hikûmetên dostên Amerîkayê ye. Wî diyar kir ku lihevkirina niha ya navbera Bexda û Washingtonê nîşan dide ku Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî, kesekî xwedî paşxaneyeka leşkerî ya tundrê nîne, ku ev yek rê li ber rûpeleka nû ya peywendiyan vedike.
Mucaşe' El-Temîmî: Bexda Dê Hevsengiya di Navbera Washington û Tehranê de Biparêze
Lê bi dîtina Nivîskar û lêkolînerê Îraqî Mucaşe' El-Temîmî, berfirehkirina peywendiyên aborî yên navbera Îraq û Sûriyê, bi taybetî projeya hinardekirina petrolê di rêya benderê Banyas re, zêdetir hewleka aborî ya Îraqê ye ji bo zêdekirina dergehên firotina petrolê, ne ku veguhastineka siyasî ya nû be.
El-Temîmî eşkere kir ku ji bilî mijara enerjiyê, her du welat kar dikin li ser vekirina sê dergehên sînorî û hevahengiyeka emnî ya bihêz derbarê dosyaya girtiyên DAIŞê yên Sûrî ku di girtîgehên Îraqê de ne, ligel hevkarîyên di warê veguhastin û gihandinê de.
El-Temîmî gote Dengî Amerîkayê ku ev pêngavên aborî, hevdem bin ligel Lihevtêgihîştinên siyasî di dema serdana Serokwezîr Elî El-Zeydî ya hefteya bê bo Washingtonê, dibe ku rûpeleka nû di peywendiyên herêmî yên navbera Bexda û Şamê de vekin.
El-Temîmî tekez dike ku ev gav bi tu awayekî nayê wateya derketina temam a Îraqê ji eniya Îranê.
Bi nêrîna wî, Îraq dê siyaseta xwe ya hevsengiyê di navbera Washington û Tehranê de berdewam bike; ji ber ku peywendiyên Îraqê yên aborî, ewlehî û siyasî ligel Îranê hîn jî pir kûr in, lê di heman demê de Bexda hewl dide hevpeymaniya xwe ligel Amerîka û welatên Erebî berfireh bike daku berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêze û serweriya biryarên xwe zêdetir bike.