Wezareta Navxweyî ya Îraqê, roja Duşemê ragihand ku her dronek ku bê destûra fermî rabe dê li gorî qanûna têkoşîna li dijî terorê bê cezakirin, di gaveke nû de di nava hewldanên Bexdayê de ji bo kontrolkirina çekan di bin destê dewletê de.
Berdevkê Wezaretê, lîwa Miqdad Mîrî got ku divê hemû çek di bin kontrola dewletê de bin, û diyar kir ku hêzên ewlehîyê dest dana ser 49 dronan û 119 dikanên firotina çekan girtin.
Mîrî got ku komîteya taybet a ji bo kontrolkirin û rêxistinkirina çekan di bin destê dewletê de, 71 baregehên xeyalî neqanûnî yên ku îdia dikin bi Heşda Şe’bî ve girêdayî ne, girtin.
Dîsan ragihand ku ji bo kontrolkirina çekan pergaleke neteweyî hatiye damezirandin, ku nêzîkî 6 milyon çekan tê da ne û heta niha zêdetirî nîv milyonî bi awayekî fermî hatine tomarkirin.
Mîrî da zanîn ku komîteyê 9.089 parçeyên çekan ji hemû alîyên ewlehîyê yên ku hatine desteserkirin şopandîye, ji bilî şopandina 277 hezar û 278 parçeyên çekan ên ku hêzên hevpeymanîya Navnetewî radestî alîyê Îraqî kirine.
Hevpeymanîya Rêveberîya Dewletê ya ku hêzên Şî'e, Sûnî û Kurd di nava xwe de dihewîne – her li vê dawîyê de biryareke tund da ku her çalakîyeke çekdarî piştî 30 Îlonê de li gorî qanûna têkoşîna li dijî terorê, bê cezakirin.
Çar kom, Ketayîb Hizbullah, Tevgera Nûceba, Ketayîb Seyid El-Şuheda û Tevgera Ensarullah El-Ewfîyaa, red dikin ku çekên xwe radest bikin.
Şirovekara sîyasî Suhad Şemerî ji Bexda gote Dangê Amerîka ku "danûstandin bi serokên komên çekdar li ser mijara radestkirina çekên xwe hê berdewame, û rolê Hadî Amirî nîşaneke zelal e ku danûstandin hene ji bo radestkirina çekan di çarçoveyên dîplomatîk û neteweyî de. Divê hemû komên çekdar pabend bin bi wê dema ku hikûmetê diyar kiriye bi piştgirîya desthelata dadwerîyê û Lêvegera Necefê, û ev yek bûye daxwazeke girseyî ya berfireh e ku desthilat tenê di destê dewletê de be."
Şemerî bikaranîna hêzê di navbera komên çekdar û hêzên hikûmetê de dûr dixe û diyar dike ku çareserîya dîplomatîk û têgihiştinên siyasî dê di qada siyasî ya Îraqê de serdest bin.
Sufyan Meşhedanî, rojnamevan û lêkolîner, dibîne ku dosyaya sînorkirina çekan di destê dewletê de, ketiye qonaxeke hestiyar û biryarbir piştî biryarên hikûmetê yên vê dawîyê û piştî êrîşên Erebistana Siûdî û Amerîkî.
Meşhedanî diyar kir ku Washington dê zextên xwe yên siyasî û ewlehî berdewam bike daku xaka Îraqê li dijî berjewendîyên wê û hevpeymanên wê neyê bikaranîn, bi hiştina bijardeya bersiva leşkerî.
Wî teqez kir ku serkeftina hikûmeta Bexdayê ne tenê bi sînordarkirina çekan ve girêdayî ye, belkû bi şiyana wê ve girêdayî ye ku biryara ewlehî ya yekgirtî ferz bike û rêyeke siyasî ji komên çekdar yên nerazî re veke, daku rê li ber veguhastina Îraqê bo qada şer û hevrikîya herêmî û navdewletî bê girtin.