Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar roja Çarşemê got ku wî bi rayedarên payebilind ên wezaretên petrol û karên derve yên Îraqê re civiyaye da ku li ser hevkariya enerjiyê, di nav de boriya petrolê a di navbera Îraq û Tirkiyê de ku ji Kerkûk heta Ceyhanê dirêj dibe, danûstandin kirin.
Di nav şandeya Îraqê de Cîgirê Wezîrê Derve Husên Behr el-U'lum, Cîgirê Wezîrê Petrolê Nasir Ezîz Cebbar û Balyozê Îraqê li Enqerê Mecîd el-Lecmawî hene.
Wezîr Bayraktar di posteke li ser Xê, diyar kir ku Tirkiye armanc dike ku bi hikûmeta nû ya Îraqê re ji nêz ve bixebite da ku binesaziya enerjiyê ya heyî bi bandortir bikar bîne.
Wî zêde kir ku Tirkiye her wiha dixwaze bi avakirina girêdanên nû piştgiriyê bide binesaziya heyî.
Meha borî, Bexdayê ji Enqerê xwest ku peymana derbarê boriya petrolê herî kêm salek dirêj bike da ku dem ji bo danûstandinên din hebe, lê Enqerê diyar kir ku ew naxwaze di bin şert û mercên heyî de wê dirêj bike.
Peymana borîya petrola xav a di navbera Tirkiye û Îraqê de, ku hinardekirina bi rêya vê xetê dom dike, dê di 27ê vê meha Tîrmehê de bidawî dibe.