Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Dronan da li Iraqê ku 6 Kes Mirin Tirkîye Dihêt Tawanbar Kirin


Drone
Drone

Êrîşên dronan yên ku serhildayên Kurd kirine armanc, roja Şemîyê li bakurê Îraqê herî kêm şeş kes kuştin, di nav wan de sê sivîl jî hene, , karbidestên xwecihî û serhildayan gotin, û bo wê êrişê Tirkîyê tawanbar kirin.

Tirkiye bi berdewamî êrîşan li bakurê Iraqê pêk tîne, ku lêre baregeh û kampên perwerdehîyê yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya neqanûnî hene.

Karbidestan gotin êrîşên bê firokevan roja Şemiyê herêmên çiyayî yên navçeya Çemçemal, li rojavayê bajarê Silêmaniyê, û kampa penaberan ya Mexmûrê kirine armanc.

Lê ji aliyê rayedarên Tirk ve çi daxuyanî nehatine dayîn.

Şaredarê gundê Agjalarê Heymîn Bahjat got: “Du balafirên bêfirokevan yên Tirk 2 caran êriş kirin. "Êrîşa duyemîn li kamyonek barhilgir xist û di encamê de 5 kes hatin kuştin, di nav wan de du sivîl jî hebûn."

Çavkaniyeke pizîşkî tekez kir ku termê 2 welatiyên sivîl bo nexweşxaneya Çemçemal hatine veguhestin.

Peydarekê PKKê jî got: “3 gerîlla bûne armanca dronên Tirkiyê û bi giranî birîndar bûne.

"Dema ku sivîl bezîn ku harîkariyê bikin û wan rakin bo nexweşxaneyê, dronan êriş ji wan jî kir. Di encamê da 2 sivîlan jîyana xwe ji dest dan digel 3 gerîlayên birîndar."

Piştî nîvro, êrîşeke din ya gumanbar ya dronên Tirkiyê li wesayiteka li kampa penaberan ya Mexmûrê xist û rûniştevanek hat kuştin, rêveberê kampê Nêçîrvan Mehmûdî gote AFP.

Kampa ku penaberên kurd yên ku di salên 1990an da ji Tirkiyê reviyane dihewîne, gelek caran bûye armanca êrişên artêşa Tirkiyê, ku îdia dikin ku ew kamp bûye cihê wergirtina endaman bo PKKê.

Operasyonên hemîşe yên Tirkiyê ku serhildayên Kurd li bakurê Iraqê dikin armanc, têkiliyên di navbera Bexda û Enqerê da diceribîne, ku her du welat hevkarên sereke yên bazirganiyê ne.

Wan her wiha têkiliyên tevlihev digel rayedarên Herêma Kurdistana xweser ya Iraqê hene, ku têkilîyên wan jî digel PKKê aloz in.

Di meha Kanûnê da, 3 leşkerên Tirk di êrîşeke li bakurê Iraqê da hatibûn kuştin, ku Enqerê bo wê bûyerê PKK tawanbar kiribû.

Tebaxa borî, herî kêm sê kes mirin di êrîşeke esmanî ya Tirkiyê li ser nexweşxaneyeka li bakurê rojavayê Iraqê, ku karbidestekî PKKê yê birîndar lê wê derê dihat dermankirin.

XS
SM
MD
LG