Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Peymaneke Enerjîyê ya 'Stratejîk' bi Tirkîyê re Radigihîne

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro Şemîyê ragihand ku hikûmeta wî “destkefteke stratejîk a girîng” bidest xist, piştî Îraq û Tirkîyê li ser şandina bi sed hezaran bermîlên petrolê bi rêya Tirkiyê gihîştin rêkeftinekê.

Tom Barrack, nûnerê taybet yê Amerîka li Îraqê û Balyozê Amerîka li Tirkîyê, pesna peymanê da.

Zeydî li ser platforma X'ê got ku “Di destkefteke stratejîk a girîng de ji bo misogerkirina berdewamîya şandina petrola me û xurtkirina hevkarîya aborî ya di navbera Îraq û Tirkîyê de, herdu alîyan îro peymanek li ser veguhestin petrola xav a Îraqê bo bendera Cîhan a Tirkîyê îmze kir.”

Li gor peymenê, hêla veguhestina petrolê dikare 750 hezar bermîlan di rojê de derbas bike.

Zeydî got ku kompanîyên Îraq û Tirkîyê dê dest bi karî li ser peymanê bikin, di heman demê dê çarçove ya peymanê berfirehtir bikin.

Li gor Serokwezîr Zeydî, peymana berfireh dê di warê “petrol, elektrîk, çavkanîyên avê û warên din de be ku berjewendîyên hevbeş xurt dikin û piştgirîya aramîyê dikin.”

Barrack jî li ser X'ê ragehand ku “Ev serkeftineke dîplomatîk a mezin e ji hêla herdu welatan ve.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG